HAK PAR bi awayekî serbixwe tevlî hilbijartinên herêmî dibe

Rêveberiya Partiya Maf û Azadiyan (Hak Par) ragihand ku ew nikarin di Hilbijartinên Herêmî yên Tirkiyeyê de bi navê partiya xwe tevlî hilbijartinan bibin.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Rêveberiya Partiya Maf û Azadiyan (Hak Par) ragihand ku ew nikarin di Hilbijartinên Herêmî yên Tirkiyeyê de bi navê partiya xwe tevlî hilbijartinan bibin. Serokê Giştî yê Hak Parê Refîk Karakoç da zanîn ku li gorî proseyên fermî pêdiviya wan bi 150 rêxistinên bajar û navçeyan heye lê wan 110 rêxistin ava kirine û ji ber kêmasiya 40 rêxistinan, bi îhtimaleke zêde dê car din bi namzedên serbixwe tevlî hilbijartinan bibin.

Ji bo Hilbijartinên Herêmî yên ku dê di 31'ê Adara 2019'an de li Tirkiye û bakûr werin kirin; Partiya Maf û Azadiyan Hak Par dê nikaribe bi navê partiya xwe tevlî hilbijartinan bibe. Li gorî ragihandina Serokê Giştî yê Hak Par'ê dibêje; hem ji ber derfetên kêm ên aboriyê hem jî ji ber astengiyên fermî, wan nikaribûye rêxistinên xwe yên bajar û navçeyan tekûz bikin.

Serokê Giştî yê Hak Par'ê Refîk Karakoç ji K24ê re got: "Em dîsa gelê xwe di valahiyê de nahêlin. Derfet hebe, em ê li çend cihan namzedên serbixwe derxin. Ji bilî vê; ji derveyî me, ger namzedên serbixwe yên welatparêz hebin, em ê alîkariya wan jî bikin. Lê belê xebatên me yên damezirandina partiyê berdewam in. Xebata me ya herî girîng ew e ku em partiya xwe li seranserê Kurdistanê û rojavayê Tirkiyeyê damezirînin."

Li gorî proseyên fermî; ji bo ku partiyek bikaribe bi navê xwe tevlî hilbijartinan bibe; divê bi giştî li 41 bajar û li gorî rêjeya navçeyên bajaran; bi giştî 150 rêxistinên xwe ava bike. Ji ber ku Hak Par di Hilbijartinên 24'ê Hezîranê de bi awayekî serbixwe tevlî hilbijartinan bûbû, amadekarî dikir ku xwe bigihîne Hilbijartinên Herêmî yên 31'ê Adarê lê belê ji ber ku nêzîkî 40 rêxistinên wan kêm mane; dê ew derfet çênebe. Seroka Hak Par'ê ya Şaxa Diyarbekirê Berrîn Eren jî dibêje; astengiya wan a herî mezin kêmbûna demê û kêmderfetiyên aboriyê bûne.

Berrîn Eren dibêje: "Ji bo hilbijartinan demeke kin maye. Diviyabû 6 meh beriya hilbijartinan avakirina rêxistinan biqediya ku em tevlî hilbijartinan bibûna. Li hinek cihan em ê namzedên serbixwe derxin, li hinek cihan jî em ê alîkariya namzedên welatparêz bikin."

Ji bo Hilbijartinên Herêmî yên ku dê di 31'ê Adarê de werin kirin; Hak Par bi HDP'ê re jî bi PAK û PSK'ê re jî nakeve nav tifaqeke hilbijartinan. Ji ber ku proseyên yasayî rê li pêşiya wan girtin; dê Hak Par jî bi awayekî serbixwe tevlî hilbijartinan bibe û dê piştgiriya namzedên welatparêz jî bike.