Mesrûr Barzanî: Derfetên nû ji bo çareseriya pirsgîrêkan hene

Mesrûr Barzanî li paytext Hewlêrê pêşwaziya Nûnerê misyona Iraqê ya Neteweyên Yekgirtî ji bo Iraqê (UNAMI) Jan Kubis kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, destnîşankir ku ji bo çareseriya pirsgîrekên di navbeyna Hewlêr û bexdayê de û vekirina rûpelek nû, derfetên nû hatine pêş.

Mesrûr Barzanî li paytext Hewlêrê pêşwaziya Nûnerê Neteweyên Yekgirtî yê Iraqê (UNAMI) Jan Kubis kir.

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê, pesnê hewldanên Kubis ji bo çareseriya pirsgîrêkan û nêzîkahiya aliyên Iraqê kir û daxwaza sefekftina wî di erkên wî yên nû de kir, ku Kubis îro dema erka xwe li Iraqê diqedîne.

Di hevdîtinê de proseya siyasî ya Iraqê hate behskirin û Barzanî anî ziman ku: “Ji bo çareseriya pirsgîrekên di navbeyna Hewlêr û bexdayê de û vekirina rûpelek nû, derfetên nû hatine pêş”. Herweha  piştgiriya Kurdistanê ji bo hewldanên Serokwezîrê nû Adil Ebdulmehdî diyar kir.

Ji aliyê xwe ve Kubis jiber alîkarî û piştgiriya jib o wî hate nîşandan spasiyên xwe anî ziman û pîrozbahiya Mesrûr Barzanî ji bo destnîşankirina wî ji namzediya Serokweziriyê kir.

Kubis herweha got ku, li Iraqê babetek sereke çareseriya pirsgîrekên di navbeyna Hewlêr û Bexdayê de û bi taybet jib o çareseriya maddeya 140, bi xwe jî dê mijûl bibe.

Di hevdîtinê de rewşa herêmê jî hate gotûbêj kirin.

 

 

C.B