Roja Ala Kurdistanê ye

Roja Bilindkirina Ala Kurdistanê li ser avahiya Şaredariya Mehabadê di 17ê Berçileya sala 1945an bi xaleke girîng di dîrokê siyasî yê Kurdî tê hejmaretin, ku berî 73 salan berî niha bo yekem car Ala Kurdistanê bi fermî li ser avahiyeke hikûmî tê hildan, berî mehek û çend rojan ji damezrandina Komara Kurdistanê li Mehabadê di 22.1.1946an de.

K24 – Navenda Nûçeyan

Her çend e Komara Kurdistanê piştî 11 mehan hat rûxandin, lê Ala Kurdistanê di dirêjahiya xebata netewî ji aliyê xebatkatan ve li çiyayên Kurdistanê dihat bilindkirin.

Piştî derbasbûna 59 salan bi ser bilindkirina Ala Kurdistanê, Parlemantoya Kurdistanê roja 19ê Hezîrana 2004an bi biryara 48 û bi piraniya dengan roja 17ê Berçile ya her salekê wek Roja Ala Kurdistanê hat diyarkirin. Herwiha ew roj wek Roja Dayikê jî li Kurdistanê hat diyarkirin.

Salane di 17ê Berçile de, rêwresmên taybet bi rêzgirtina li Ala Kurdistanê birêve diçin û cihên geştî, fermî û dibistan bi Ala Kurdistanê tên xemilandin.

Her çi zêdetir ji salekê ye Kerkûk dagîrkirî ye, lê wek salên berê rêwresmên Roja Ala Kurdistanê li dibistanan û bi bilindkirina Ala Kurdistanê û bi cilûbergên Kurdî birêve diçe.

Ala Kurdistanê wek sembola yekperçeyîya xaka Kurdistanê û nasnameya netewî ya gelê Kurdistanê ye, cara yekem di 17ê Berçileya 1945an (26ê Sermaweza sala 1324 Hetawî) li bajarê Mehabadê ji aliyê Pêşmerge ve hat hildan û piştî hiladanê jî bû destpêkek ji jidayikbûn û damezrandina Komara Kurdistanê li Mehabadê.

S. B