Erdogan: Ji bo Operasyonê em dê demeke din rawestin

Serokomarê Tirkiyê diyarkir ku: “Bûyerên di herêmê de rûdayî, weha dikin ku em jib o pêkanîna Operasyona rojhilatê Firatê demekê rawestin”.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê diyarkir ku: “Bûyerên di herêmê de rûdayî, weha dikin ku em ji bo pêkanîna Operasyona rojhilatê Firatê demekê rawestin”.

Erdogan di ahenga xelatdayin a 500 baştirîn firoşkarên derve yên Tirkiye de axifî û liser rojeva siyaseta derve û navxweyî axifî.

Erdogan got: “Tirkiye di siyaseta xwe ya derve de destanan dinivîse. Vê yekê jî ligel zilhêzên cîhanî pêktîn e. Di qada diplomasî, serbazî û parastina sînorên xwe de dike. Min duhî ji birêz Rûhanî re got: Çavên me ne di xaka Sûriye de ye, lê em dest ji ewleyiya xwe jî bernadin. Ewleyiya herêmê ji me re herî girîng e”.

Serokomarê Tirkiye weha berdewamkir: “Di babeta Sûriye de guman nîn e, em dê pêngavên pêwîst bavêjin. Di axaftina me ya dawî ligel birêz Trump de me anî ziman. Serok Trump ji min pirsî: Hûn dikarin DAIŞê paqij bikin? Min jî diyarkir: “Belê, çawa heta niha em lidij DAIŞ serkeftin e, ji niha û pê ve jî: em dê serbikevin!” Bûyerên dawî weha dikin ku, em demekê Operasyonê rawestîn in…”

 

 

C.B