"2019 ji bo Kurdistan û Tirkiyê destpêka heyameke nû ye"

Ji bo Tirkiye û Kurdistan yên ku di warê aborî, siyasî û çandî de di nava pêwendiyên dîrokî û qedîm de ne di sala 2019an weke destpêka heyameke nû tê pêşbînîkirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Ji bo Tirkiye û Kurdistan yên ku di warê aborî, siyasî û çandî de di nava pêwendiyên dîrokî û qedîm de ne di sala 2019an weke destpêka heyameke nû tê pêşbînîkirin. Bi boçûna hin pisporên Tirkiyê sala nû taybetî di warê aborî de ji bo her du welatan dê bibe saleke sûdbexş. Li gorî hin pisporan jî piştî hikûmeta nû ya Kurdistanê bê avakirin dê hevdîtinên dîplomatîk jî dest pê bikin.

Piştî Referandûma Serxwebûna Kurdistanê ya sala 2017an peywendiyên Tirkiye û Kurdistanê di warê aborî, dîplomatîk û siyasî de têk çûbûn. Di sala 2018an de bi awayekî fermî ji aliyê Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan ve vexwandina Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo Tirkiyê başbûnek di pêwendiyên Hewlêr û Enqereyê de xwe dabûn der.

Di sala 2019an de jî Tirkiye ji bo ku zêdetir zirarê ji gemaroyên ser Îranê nebîne û aboriya xwe ya ku qeyraneke mezin li ser tê dîtin baş bike dixwaze ku pêwendiyên xwe bi hevkarên xwe û welatên cînar re xurttir bike.

Ji ber vê çendê bi boçûna pisporên Tirkiyê yên nêzîkê hikûmetê her çiqas di navbera salên borî de pêwendiyên her du hevkarên qedîm zirar dîtibe jî sala 2019 ji bo başbûna pêwendiyan jî dê bibe heyameke nû taybetî jî di warê aborî de.

Pisporê pêwendiyên Tirkiye û Kurdistanê Bîlgay Dûman ji K24ê re got: "Taybetî piştî referanduma Herêma Kurdistanê pêwendî têk çûbûn. Lê belê bi hatina Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî gaveke erênî hatibû avêtin. Niha jî pêwendiyên Tirkiyê bi PDKê re baş in û bi ya min heyameke nû jî pêşiya her du hevalbenda ye. Helbat gavên ku Herêma Kurdistanê biavêje jî girîngin. Bê guman di warê aborî û bazirganî de jî heyameke nû li pêşiya Hewlêr û Enqereyê ye. Rojên bê de baziraniya ser deriyên sînoran jî dibe ku geş bibe. Tirkiye niha benda gavên Herêma Kurdistanê ye."

Bi boçûna rojnamevan Bayram Zîlan jî ku giringiyê dide pêwendiyên Kurdistan û Tirkiyê niha Enqere benda avakirina hikûmeta Kurdistanê ya nû ye û piştî hikûmeta nû dê hevdîtinên fermî jî di asteke bilind de bêne kirin.

Rojnamevan Bayram Zîlan dibêje: "Herêma Kurdistanê û Tirkiye ji berê ve hevalbendên hev yên qedîm in. Niha li Herêma Kurdistanê avkirina hikmeta nû didome. Helbet hikûmeta di bin serkêşiya Nêçîrvan Barzanî û Mesûr Barzanî de dê bandoreke erênî li ser pêwendiyên Enqere û Hewlêrê bike. Ji ber ku her du kesayet jî ji aliyê Tirkiyê ve ji nêz ve tên nasîn û erênî tên dîtin. Piştî ku hikûmeta nû ya herêma Kurdistanê tê avakirin bi ya min rayedarên Tirkiyê jî dê di asteke bilind de peyamên serkeftinê bidin Nêçîrvan û Mesrûr Barzanî. Helbet dê piştî hikûmeta nû hevdîtinên dîplomatîk jî dest pê bikin."

Piştî hilbijartinên Iraqê û Herêma Kurdistanê taybetî biryara li ser Kurdistanê vehestina nefta Kerkûkê bo Tirkiyê di pêwendiyên Hewlêr û Enqerê de gaveke erênî hatibû avêtin. Niha piştî avakirina hikûmeta nû ya Kurdistanê tê çaverêkirin ku di asteke bilind de hevdîtin û serdan dest pê bikin.