Li Efrînê çekdar mirovekî Kurd ê astengdar direvînin

Çekdarên li Efrînê welatiyekî Kurd ê astengdar direvînin. Herwiha grûpeke çekdar jî baca hezar Dolarî li welatiyên 3 gundên Efrînê disepînin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Çekdarên li Efrînê welatiyekî Kurd ê astengdar direvînin. Herwiha grûpeke çekdar jî baca hezar Dolarî li welatiyên 3 gundên Efrînê disepînin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, li Efrînê duhî danê nîvro çekdaran welatiyê Kurd Arif Mihemed yê 50 salî ji nava bazara Efrînê revandin.

Wê rêxistinê da zanîn, Arif Mihemed ji gundê Kanîgewrikê ye û di destê xwe de astengdar e û dikanek li Efrînê vekiriye, dema li bazarê kelûpel bo dikana xwe dikirî, ji aliyê çekdaran ve hat revandin û ta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

Ji aliyekî din ve wê rêxistinê belav kir, grûpa çekdar Sultan Silêman Şah (Emşat) hejmarek welatî ji gundên Xelîl Gulko, Çeqela û Qermîtliq yên navçeya Şîyê kom kirin û bi bihaneya ku berê pêwendiya wan bi PYDê re hebû û çûbûn leşkeriya neçar, li her kesekî hezar Dolar spandin.

Wê rêxistinê amaje bi wê kir, çekdarên Emşat li gundê Qermîtliq tenê baca hezar Dolarî li 36 welatiyan sepandine.

Herwiha wê grûpê Mixtarên wan gundan agahdar kirin, her kesê red bike hezar Dolarî bide, dê rastî sizayeyeke tund bê.

 

Welatiyê Kurd ê astengdar Arif Mihemed
Welatiyê Kurd ê astengdar Arif Mihemed

 

S. B