Partiyên Kurdistanî: Girtina partiyên siyasî dijî demokrasiyê ye

Serdozgeriya Komarî Ya dadgeha Bilind a Tirkiyeyê navê partiyên siyasî yên ku bêjeya Kurdistanê di navê wan de heye ji lîsteya partiyên siyasî derxistiye. Her wiha tê zanîn ku heman serdozgeriyê bo girtina Partiya Azadiya Kurdistan (PAK), Partiya Sosyalîsta Kurdistan (PSK) û Partiya Demokrat a Kurdistan a Tirkiyê (PDK-T) serî li Dadgeha Makezagonê daye û ji Partiya Komunîst a Kurdistanê jî xwestiye bêjeya Kurdistanê ji navê xwe derbixe.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Serdozgeriya Komarî Ya dadgeha Bilind a Tirkiyeyê navê partiyên siyasî yên ku bêjeya Kurdistanê di navê wan de heye ji lîsteya partiyên siyasî derxistiye. Her wiha tê zanîn ku heman serdozgeriyê bo girtina Partiya Azadiya Kurdistan (PAK), Partiya Sosyalîsta Kurdistan (PSK) û Partiya Demokrat a Kurdistan a Tirkiyê (PDK-T) serî li Dadgeha Makezagonê daye û ji Partiya Komunîst a Kurdistanê jî xwestiye bêjeya Kurdistanê ji navê xwe derbixe.

Piştî demek dirêj li Tirkiyeyê girtina partiyên siyasî dîsa dikeve rojevê de. Hat zanîn ku Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê navê partiyên ku bêjeya Kurdistanê di navê wan de cih digire ji lîsteya partiyên siyasî derxistî ye û ji bo Partiya Azadiya Kurdistan, Partiya Sosyalîsta Kurdistan û Partiya Demokrata Kurdistan a Tirkiyeyê jî daxwaza girtinê ji Dadgeha Makezagonê kiri ye. Heman Serdozgeriyê ji Partiya Komunîst a Kurdistanê jî xwestiye ku bêjeya Kurdistanê ji navê xwe derxe. Dadgeha Makezagonê jî dê di 13ê Sibatê de daxwaza serdozgeriyê binirxîne û an dê daxwazê red bike an jî dê ji bo girtinê dozê veke. Serokê Partiya Azadiya Kurdistan PAKê derbarê mijarê de amaje dike ku ji hiquq û demokrasiye dûr e.

Serokê PAKê Mustafa Ozçelîk ji K24ê re got: "Derxistina navê partiyên Kurdistanî ya ji lîsteya partiyan gaveke nehiquqî ye. Mafê serdozgeriya Tirkiyeyê nîne ku wiha bike. Dê parêzerên me îtîraz bikin. Ji bo daxwaza doza girtina partiya me jî em amadekariyan dikin ku di demeke nêz de bersivekê bidin."

Li gorî yasayên Tirkiyê bo girtina partiyeke siyasî sedemên wek piştgiriya tundûtûjiyê, parçekirina xaka Tirkiyê û parçekirina neteweya Tirk pêwîst e. Parêzer Fahrî Karakoyûnlû amaje dike ku di bernameya partiyan de ev hêman cih nagirin û li gorî peymanên navneteweyî jî girtina partiyan zehmet e.

Parêzer Fahrî Karakoyûnlû got: "Van partiyan li dijî yekîtiya Tirkiyê kar nekiri ne. Di çarçoveya yasayên Tirkiyeyê de daxwazên mafên Kurdan hatine kirin. Bes ji ber navê Kurdistanê girtina partiyekê ne pêkan e."

Derbarê daxwaza girtinê de Partiya Sosyalîsta Kurdistan (PSK) dide zanîn ew amadekariyan dikin ku di çarçoveya hiquqî û demokratîk de bersivê bidin. Cîgirê Serokê PSKê Bayram Bozyel dibêje partiya wan li dijî tundûtujiyê ye û ti caran jî tund û tujiyê naparêzin.

Cîgirê Serokê PSKê Bayram Bozyel dibêje: "Em ê Platforma dadgehê bikin platforma xwedîlêderketina nirxên Kurd û Kurdistanê. Ev ne meseleya me û dewletê tenê ye. Di heman deme de em ê bang bikin ku raya giştî jî hiquqnas jî di vê pêvajoyê de piştgiriya me bikin."

Li Tirkiyê heta niha 28 partiyên siyasî hatine girtin û herî dawî jî di sala 2009ê de Partiya Civaka Demokratîk (DTP) ku Hevserokên wê Ahmet Turk û Aysel Tûglûk bûn hatibû girtin. Yekem partiya bi navê Kurdistanê hatî damezrandin jî Partiya Demokrata Kurdistan a Tirkiyê ye ku di sala 2014ê de hatiye damezirandin. Siyasetmedar amaje dikin daxwaza girtina partiyên li gorî hiquqê, li gorî konjonktorê tê rojevê.