Li Tirkiyê bi giringî ve li Serdadn a Çawiçoglu û Peywendiyên Kurdistan û Tirkiye dinerin

Pêwendiyên Tirkiyê û Herêma Kurdistanê yên ku piştî referanduma serxwebûna Kurdistanê ya Îlona 2017an de lawaz bibûn her ku diçe berev başbûnê ve diçe. Piştî du salan bi awayekî fermî ji aliyê wezîrê karderve yê Tirkiyê Mewlûd Çawişoglu ve serdanek bo Hewlêrê tê kirin.

K24-Ankara

 Tirkiye di heyam ku Amerîka ji ber gemaroyên ser Îranê destûrê nade ku ew bi Îranê re bazirganiya neft û gaza sirûştî bike bi awayekî fermî û di sata wezareta karên derve de serdana Kurdistanê dike. Pisporên Tirkiyê yên ku giringiyê didin pêwendiyê Enqere û Hewlêrê dibêjin ev serdan dê bibe destpêka heyameke nû ya bazirgani û dîplomasiyê navbera her dua liyan de. Hin pispor jî dibêjin pêwendiyên Hewlêr û Enqerê yên kevin hene û bi egereke zêde dê ofîsa PDKê ya li Tirkiyê careke din bê aktîvkirin.

Pêwendiyên Tirkiyê û Herêma Kurdistanê yên ku piştî referanduma serxwebûna Kurdistanê ya Îlona 2017an de lawaz bibûn her ku diçe berev başbûnê ve diçe. Piştî du salan bi awayekî fermî ji aliyê wezîrê karderve yê Tirkiyê Mewlûd Çawişoglu ve serdanek bo Hewlêrê tê kirin.

Beriya roja 2ê Gulanê dema Tirkiyê ya ji dorpêçên Amerikayê yên li ser Îranê bi dawî dibe ev serdana Çawişoglu bo Kurdistanê ji aliyê pisporên Tirkiyê yên ku giringiyê didin pêwendiyên Enqere û Hewlêrê ve jî girîng tê dîtin.

Bi boçûna Emrah Kekîllî ku di saziya ramana ya bi navê SETAyê de ku nêzîkê hikûmetê li ser pêwendyên Enqere û Hewlêrê lêkolînan dike dibêje di warê aborî, siyasî û bazirganî de heyameke nû dest pê dike navbera her du aliyan de û hikûmet nû ya herêma Kurdistanê dê bandoreke erênî hebe li ser Tirkiyê.

Emrah Kekîllî –Pispor, dibêje: Tirkiye jî dizane ku hewceye êdî pêwendî bi her awayî bi Hewlêrê re bên başkirin. Ev serdana Çawişoglu girînge ji bo xutrkirina pêwendiyan. Rojên bê de di serî de di warê aborî, siyasî û bazirganiya neft û gaza Srûştî de her du alî dê zêdetir nêzîkê hev du bibin. Bêgûma helwesta Nêçîrvan Barzanî ya ji bo giftugiyan vekirî û taybetî jî siyaseta Mesuru Barzanî ya li gel welatên biyanî û kesayetiya wî ya siyasî di pêşvebirina pêweniyên bi Enqerê re dê diyarker be.

Bi boçûna siyasetmedar û pisporê rohilata navîn Kûrşat Atilgan jî pêwendiyên Hewlêr û Enqerê yên qedîm hene û piştî vê serdanê bi egerek zêde nûsîngehê partiyan jî dê li Enqerê bên vekirin.

Kûrşat Atilgan - Pisporê Rojhilata Navîn, dibêje: Di heyama Mesud Barzanî de pêwendiyên Enqere û Hewlêrê gellek baş bûn. Îro jî herçiqas navbera her du aliyan de nexweşî derbas bibin jî pêdiwiya Enqere û Hewlêrê bi hev du re heye. Ev serdana Çawişoglu dê bibe destpêkek û bi ya min dê asta serokkomariyê de jî serdanek pêk bê. Herwiha egerek zêdeye ku ofîsa PDKê ya li Enqerê careke din bê vekirin.

Di 9ê Tîrmeha sala 2018an de serokwezîrê herêma Kurdistanê Nêîrvan Barzanî bi awayekî fermî bi vexwandin Serokkomarê Tirkiyê recap Tayîp Erdogan hatibû Tirkiyê. Niha jî wezîrê karên derve yê Tirkiyê bi awayekî fermî serdana Kurdistanê dike.Û pispor dibêjin ji ber gemaroyên Amerîka yên li ser Îranê Tirkiye neçare berê xwe bide herêma Kurdistanê.