Zeybekçi: MHP deng neda, tifaqa me şaş bû!

Berî niha jî, ligor agahdariyên K24 dinav AK Partî de rexne li tifaqa ligel MHP hate kirin...

K24 – Navenda Nûçeyan

Berbijêrê AK Partî yê şaredariya mezin a Izmirê, rexne li tifaqa ligel Partiya Nîjadperest MHP kir û got, ku: “Ger tifaqa me ligel MHP nebûye, me şaredariya Izmirê bidest dixist”.

Berî niha jî, ligor agahdariyên K24 dinav AK Partî de rexne li tifaqa ligel MHP hate kirin. Ligor gelek ji berpirsên AK Partî li şaredariyên mezin wekî Enqere, Edene, Mersîn, Antalya û h w d MHP deng neda berbijêrên AK Partî û ne ligor rêkeftina hevpeymaniyê tevgeriya.

Herweha ligor Kurd ên dinav AK Partî de, hevkariya ligel MHP dilgiranî ligel Kurdan peyda kir û li şaredariyên mezin Kurdan deng neda AK Partî.

 

 

C.B