Karvedanên serdana wezîrê Derve yê Tirkiyê bo Kurdistanê berdewam e

Li Tirkiyê di serdema kuqeyrana aborî her ku diçe zêdetri xwe dide der ji aliyê rayedarên Tirkiyê ve serdaneke krîtîk ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê pêk hat û Karvedanên vê serdanê berdewam dikin. Parlemnterê Ak Partiyê yê Şirnexê Rizgîn Bîrlîk ku ew jî din ava şandeyê de bû got armanca wan ew e ku hecma bazirganiya bi herêmê re bigehîjînîn 20 Mîlyar dolarî. Aborînasên Tirkiyê jî dibêjin ji bo pêşîlêgirtina qeyrana ser aboriya Tirkiyê herêma Kurdistanê bazareke mezin û guncaw e.

K24- Ankara

Li Tirkiyê di serdema kuqeyrana aborî her ku diçe zêdetri xwe dide der ji aliyê rayedarên Tirkiyê ve serdaneke krîtîk ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê pêk hat û Karvedanên vê serdanê berdewam dikin. Parlemnterê Ak Partiyê yê Şirnexê Rizgîn Bîrlîk ku ew jî din ava şandeyê de bû got armanca wan ew e ku hecma bazirganiya bi herêmê re bigehîjînîn 20 Mîlyar dolarî. Aborînasên Tirkiyê jî dibêjin ji bo pêşîlêgirtina qeyrana ser aboriya Tirkiyê herêma Kurdistanê bazareke mezin û guncaw e.

Di heyama ku Aboriya Tirkiyê di rewşek xerap de ye û ji ber gemaroyên Amerîkayên yên li ser Îranê mûafiyeta ku ji bo Tirkiyê hatiye dayîn bi dawî dibe ji aliyê Tirkiyê serdanên krîîtîk ji bo Irak û Herêma Kurdistanê pêk hatin. Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlûd Çawişoglu şandeya pê re piştî serdana xwe ya bo Iraqê li Herêma Kurdistanê li gel Serokwezîrê Herêm kurdistanê Neçîrvan Barzanî, Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî û bi rayedarên partiyan re hevdîtin pêk anîn.

Derbarê vê serdanê de parlemnterê partiya Deshilattadr Ak Partiyê yê Şirnexê Rizgîn Bîrlîk ku bi xwe jî ligel Çawişoglu bû da zanîn ku wan hevdîtinên gelek sûdbeş bi rayedarên Kurdistanê re pêk anîne û armanca wan ew e ku hecma bazirganiya bi herêmê re bigehêjînin 20 milyar dolarî.

Rizgîn Bîrlîk-Parlementerê Ak Partiyê yê Şirnexê, got: Hûn dizanin ku em û miletê Kurdistana Iraqê em mirovê hev in, em hem têkîlî hev in,em hem cîranê hev in. Ne ji bê wan ji me re pêk tê, ne bê me ji wan re pêk tê. Lazim e em het pêwendiyên xwe yên bazirganî jî, têkîlîyên xwe yên siyasî jî em zeximtir bikin. Nêçîrvan Barzanî.Mesrur Barzanî Qubat Telebanî henîjkan jî qedrê xwe gelek girtin. Hedefa me 20 milyar dolar e vê hecma bazirganî em bikin 20 mîlyar dolar salên pêşwetir jî emê zêdetir bikin belkî 30- 40 milyar dolara. Lê vê salê û sla pêşiya me armanca me 20 mîlyar dolarae Xwedê hesketin li ser gotina wezîrê me Mewlûd çawişoglu.

Li gel vê yekê aborînas Prof. Dr. Abuzer Pinar jî yê ku bale dikşîne ser gemaroyên Amerîkayê bo Ser Îranê dibêje herî zêde Tirkiye bi vê yekê zirar dibîne û ji bo ku cihê Îranê tejî bike Iraq taybetî jî Herêma Kurdistanê bazereke mezin e bo başbûna aboriya Tirkiyê.

Prof.Dr.Abûzer Pinar –Aborînas, got:"Pîştî Îranê herî zêde Tirkiye dê zirarê ji gemaroyên Amerîkayê bibîne ji ber ku herî zêde Tirkiye bi Îranê re bazirganiya neft û gaza Sirûştî dike. Tirkiye ji bo ku zêde zirarê nebîne pêwîste bazarên nû û nêzîk peyda bike. Ji bo wê yekê jî Iraq û Rêveberiya Herêma Kurdistanê ya Iraqê bazarên herî guncaw in ji bo bazirganiya neft, pîşesazî, tendûristî, xurek û amûrên elektronîk. Bêgûman başkirina pêwendiyên bi herêmê re dê aboriya Tirkiyê jî rehet bike."

Pîştî ku Amerîkayê li ser îranê gemaro karîger kiribûn di mijdara 2018an de Tirkiye ji bo 6 heyvan ji van gemaroyan mûaf hatibûn dîtin û ev mûafiyet 2ê Gûlanê bidawî dibe. Ji loma jî pispor û siyasetmedar amaje pê dikin ku taybetî hevdîtinan Çawişoglu ya bi rayedarên Herêma Kurdistanê re dê bibe destpêka pêşîlêgirtina qeyrana aboriya Tirkiyê û pêwîste hevdîtin zêdetri bêne kirin.