Tirkiye ji endamtiya NATO û hilberîna firokeyên F35 tê derxistin ?

Li Tirkiyê karvedanên li ser mijara Mûşekên S400 berdewam dikin. Piştî hevdîtinên Sekretarê NATOyê ya bi rayedarên Tirkiyê re, Tirkiyê biryar da ku 100 leşkerên xwe ji bo bikaribin mûşekên s 400 bikarbînin bo perwerdehiyê şandin Rûsyayê.

K24- Enqere

Li Tirkiyê karvedanên li ser mijara Mûşekên S400 berdewam dikin. Piştî hevdîtinên Sekretarê NATOyê ya bi rayedarên Tirkiyê re, Tirkiyê biryar da ku 100 leşkerên xwe ji bo bikaribin mûşekên s 400 bikarbînin bo perwerdehiyê şandin Rûsyayê. Ev her du geşedan di nava Tirkiyê de bûye sedema nêrînên cuda. Hin pispor dibêjin serdana Sekreterê giştî dide xuyakirin ku NATO dixwaze Tirkiye mûşekên S400 bistîne lê Amerîka nahêle. Hin pispor jî dibêjin şandina 100 leşkeran bo perwerdehiyê dê bandor û hebûna Tirkkiyê ya di nava NATO û hilberîna f35an de bixe xetereyê.

Di serdema ku pêwendiyên Tirkiyê ji ber mijara ji Rûsyayê kiriîna mûşekên S400 bi Amerîka û NATOyê re rageş in Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg serdana Tirkkiyê kir û bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlud Çawîşoglu re 6 û 7 Gûlanê hevdîtin pêk anî. Piştî van hevdîtinan Sekreterê Giştî yê NATOyê ragihand ku ne pêkan e sîstemên S-400 ên Rûsî di nav NATOyê de werin bikaranîn. Beramberî vê yekê Rayedarên Tirkiyê dibêjin mijara S 400 bi dawî bûye û di meha Tîrmehê de li Tirkiyê têne bicihkirin. Ev mijara bûye sedema ragaşiyê ji aliyê pisporên Tirkiyê ve jî bi baldarê tê şopandin. Li gorî hin pisporan NATO dixwaze Tirkiye ji Rûsyayê S 400 bikire lê Amerîka destûra wê yekê nade û ev yek veke aloziyekê dê berdewam bike.

Prof.Dr. Seyfettîn Erol -pisporê pêwendiyên navdewletî, got: "Beriya Sekreterê NATOyê serdana Tirkiyê bike ragihandibû ku Endamên NATOyê dikarin ji bo ewlehiya welatên xwe di kirîna çekan de biryara xwe bixwe bidin û NATO piştevaniya hevkarên xwe dike. Ev daxuyaniya NATOyê Amerîka gelek eciz kir û piştî hevdîtinan hate gotin ku nabe Tirkiye mûşekên S400 bistîne. Bê guman bandora Amerîka li ser NATO zêde ye loma ev daxuyanî hate dayîn. Ev mijar dê weke rageşiyekê berdewam bike."

Piştî serdana sekreterê Giştî yê NATOyê, Tirkiyê 100 leşkerên xwe ji bo ku bikaribin sîstema mûşekên S 400 bikar bînin ji bo perwerdehiyê dişine Rûsyayê û piştî du mehan ev leşker dê bikaribin sîstema mûşekên s 400 bikar bînin.

Bi boçûna hin pisporan jî ev hewla Tirkiyê habûna wê ya di nava NATOyê de dê bixe tengasiyê û di nava welatên hilberîna firokeyên F35 dike derxistina wê jî dê bi xwe re bîne.

Kûrşat Atilgan -generalê Tirkiyê yê berê di nava NATOyê de erkdar, got: Hûn dizanin ku NATO rêxistineke ewlehiyê ye û Rûsya ji bo ewlehiya NATOyê weke gefeke mezin tê dîtin. Tevî vê yekê Tirkiye bi biryare ku

mûşekên S400 ji Rûsyayê bistîne û 100 leşkerên xwe ji bo perwerdeyê dişîne Rûsyayê. Helbet NATO û Amerîka hemberî vê hewla Tirkiyê dê bêdeng nemînin. NATO dibe ku Tirkiyê ji endamtiyê derxe. Amerîka jî bi ya min teqez dê Tirkiyê ji nava welatên Firokeyên F35 hildiberîne derxîne.

Mijara ji rûsyayê kirina mûşakên S 400 di rayedarên Amerîkayê dibêjin Tirkiye bila di navbera Endamtiya NATO û Rûsyayê de hilbijartinekê bike û ger mûşekên S 400 bikire di warê aborî û bazirganî dê wê bi gemaroyên giran re rû bir û bimîne. Lê Tirkiyê bi biryare mûşekên S 400 li welatê xwe bicih bike.