Tirkiye rûpelên nû bi Esed û Ocalan re vedike

Omer Çelîk hevdîtina Serokê Dezgeha Hawalgirî ya Tirkiyeyê MÎTê Hakan Fîdan û Serokê Sûriyeyê Beşar Esad jî piştrast kir.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Berdevkê AK-Partiyê Omer Çelîk dibêje, astengiyên yasayî yên li pêşiya hevdîtinên Ocalan û parêzerên wî hatiye rakirin û bi vî awayî çi astengî li ber hevdîtinên wan nemaye. Çelîk herwiha hevdîtina Serokê Dezgeha Hawalgirî ya Tirkiyeyê MÎTê Hakan Fîdan û Serokê Sûriyeyê Beşar Esed jî piştrast kir.

Berdevkê AK-Partiyê Omer Çelîk îdiaya hevdîtina Serokê Dezgeha Hawalgirî ya Tirkiyeyê MÎTê Hakan Fîdan û Serokê Sûriyeyê piştrast kir. Li gor Çelîk ji bo ewlekariya Tirkiyeyê berpirsên dezgehên hawalgirî dikarin her hevîdtinê bikin. Lê siyaseta wan a beramberî hikûmeta Suriyeyê wekî xwe ye.

Omer Çelîk got: Di derbarê rejîma Esed de çi guhertin li ser helwesta me nîn e. Lê dezgeha me ya hawalgirî û hêzên me yên li meydanê ji bo rêliber girtina karesatên mirovî û di çarçoveya pêwîstiyên din de, kengê bixwazin dikarin her hevdîtinê bikin.

Xuya dike ku hikûmeta Tirkiyê dixwaze bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalanî re jî rûpeleke nû veke. Berdevkê AK-Partiyê dibêje, êdî çî astengiyeke yasayî pêşiya hevdîtinên Ocalan û parêzerên wî nemaye û dikarin hev bibînin.

Çelîk got: Pêştir astengiyeke yasayî li pêşiya hevdîtinên Ocalan û parêzerên wî hebû. Ew astengiya yasayî hate rakirin. Bi vê biryarê çi hincet ji bo  astengkirina hevdîtinên Ocalan û parêzerên wî nema. Li zindanên din hevdîtin  çawa bê kirin yên Ocalanî jî dê wisa bin.

Ocalan û parêzerên xwe piştî 8 salan di destpêka vê mehê de hevûdu dîtibûn. Ocalan piştî hevdîtinê ji bo dawîkirina girevên birçîbûnê bangek zelal nekiribû lê ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) xwestibû ko xem û hestiyariyên Tirkiyeyê ber çavan bigrin.