HDP: Gorên Şêx Seîd, Seyîd Riza û Seîdê Kurdî eşkere bikin

Temelî got, divê demildest cihê gorên Şêx Seîd, Seyîd Riza û Seîdê Kurdî werin aşkerakirin...

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê HDPê Sezaî Temelî da xuyakirin, digel ku di ser re 95 sal derbas bûne, hê jî cihê gorên Şêx Seîd û hevalên wî nediyar in û da xuyakirin, ev bêrêziya hember gel ku ji wê demê destpêkiriye, berdewam dike. Temelî got, divê demildest cihê gorên Şêx Seîd, Seyîd Riza û Seîdê Kurdî werin aşkerakirin û da zanîn ji bo aştiya civakî pêwîstî heye Komîsyona Rastiyan bihê damezrandin.

Sezaî Temelî - Hevseroke HDP got:

"… Salvegera 95emîn ya bidarvekirina Şêx Seîd e. Wek Şêx Seîd, Seyîd Riza û Seîdê Kurdî jî hene. li vê derê sitema bêgoriyê heye. Hê jî cihê gorên wan nediyar e. Hestên Kurdan tune hatine hesibandin û ev berdewam dike. Divê gavek zûtir cîhên ku hatine veşartin were aşkerakirina. Gelek kuştin û komkujî hene ku divê werin zelalkirin. Bi vê armancê jî pêwîstî bi damezrandina Komîsyona Rastiyan heye. Divê di bin banê Parlamentoyê de komîsyona rastiyan were damezrandin. Ji bo em bikaribin aştiya civakî pêk bînin, pêwîstî heye em bi êş û azar û dîroka xwe re rûbirû bibin."

 

 

 

 

C.B