Li Nisêbînê 3 leşkerên Tirkiyê birîndar bûn
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê di encama kemîneke gerilayên PKKê de 3 leşkerên Tirkiyê birîndar bûn.
Medyaya Tirkiyê belav kir, li Navçeya Nisêbîn ya Merdinê di encama kemînek de gerilayên PKKê de otombîleke zirîpoş a artêşa Tirkiyê teqandin û di encama teqînê de 3 leşkerên Tirkiyê birîndar bûn.
Leşkerên birîndar bo nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê hatin birin, lê ji ber giraniya birîna leşkerekî, ew bi firokeyê bo nexweşxaneya leşkerî ya Diyarbekirê hate veguhastin.
Li heman deverê hefteyek e opeasyona leşkerî ya artêşa Tirkiyê berdewam dike û berî du rojan jî leşkerek hatibû kuştin û 5 leşker jî birîndar bûbûn.
S.B