Temellî: Ev desthilatdarî li ser şer û xwînrijandinê rijd e
K24 – Navenda Nûçeyan
Hevserokê HDPê Sezaî Temelî li bajarê Diyarbekirê daxuyaniyek da û got: Di helbijartinên 31 Adarê de her cure astengî pêşiya me hatin derxistin. Lê bi berxwedanê em biser keftin û me qeyumên wan hemû ladan.
Sezaî Temellî li Diyarbekirê ji rojnamevanan re ragihand, ev desthilatdar guh nade bangên wan ên aştiyê, ew li ser şer û xwînrijandinê rijd e. Ev desthilatdarî ji talan û wêrankirinê têr nabe.
Temellî amaje bi gefên li Rojavayê Kurdistanê kir û got: Bi navê Korîdora Aştiyê ew dixwezin Rojava dagîr bikin, em korîdorê naxwazin em Aştiyê dixwezin.
Ragihand jî, ev desthilatdar bi navê Operasyona Pençe jî heroj mirovan dikujin û suriştê hildiweşînin. Ev Desthilat ji xwînê têr nabe.
Got jî: Li hem berî vê desthilata faşist û şerxwez dê berxwedana xwe berdewam bikin û ewê xwedî şaredariyên xwe derkevin. Ji Stenbolê û her derê dê mafê xwe bi berxwedanê û bi rêyên aştiyane biparêzin.
ji aliyê HDPê ve bangewaziyek hatibû kirin, îro demjimêr 11:00 li pêş avahiya Şaredariya Mezin a Diyarbekirê bi tevlîbûna Hevserokê HDPê Sezaî Temellî û parlemanterên HDPê daxuyaniyekê bê dayîn,lê hêzên ewlekariyê avahiya HDPê ya Diyarbekirê dorpêç kiribûn û piştre alozî di navbera hêzên ewlekariyê û alîgirên HDPê de derketibû.
S. B