Tirkiye bi şandina hêzê ser sînorê rojavayê Kurdistanê berdewam e

Artêşa Tirkiyê, zêdetir hêz û alavên leşkerî dişîne ser sînorê Rojavayê Kurdistanê

K24 – Navenda Nûçeyan

Artêşa Tirkiyê, zêdetir hêz û alavên leşkerî dişîne ser sînorê Rojavayê Kurdistanê.

Karwaneke leşkerî ya Artêşa Tirk ku, ji hêz û alavên leşkerî, zirîpoş û makîneyên kar pêkdihat, ji Rihayê ber bi sînorê Rojavayê Kurdistanê hat şandin.

Hat ragehandin, hêz û alavên leşkerî li ser sînorê Girê Spî hatin bicîhkirin.

Li gor agahiyan, Tirkiye, li deverê bi dehan hezar hêzên leşkerî bicîh kirin e û digel ku bi Amerîkayê re derbarî herêma ewle de rêkeftin heye, hêzên li ser sînor nehatine kêmkirin.

Herweha Rêveberiya Xweser jî ragihandibu, ku wan dest bi cîbicîkirina xalên rêkeftina parastina sînor kiriye û YPGê dest bi vekişandinê kiriye.

 

 

 

C.B