Niqaşên pakêta reformê ya Darazê

Ev demekî ye ku li Tirkîyê Pakêta Reformê ya Darazê ku ji alîyê hikûmeta Ak Partîyê ve hatîye amadekirin di sîyaseta navxweyî ya wî welatî ve tê nîqaşkirin. Li gorî şîrovekarên sîyasî, vererastkirinên k udi yasayên darizandinê da wê pêk bên ji bo hewla Enqerê ya bihêzkirina peywendîyên xwe li gel Brukselê ye. Li alîyê HDP bertek nîşanî pakete dide û dibêje ev pakêt ne çareserî ye, çareserî çêkirina makezagoneke nû ya demokratîk e.

K24- Enqere

Ev demekî ye ku li Tirkîyê Pakêta Reformê ya Darazê ku ji alîyê hikûmeta Ak Partîyê ve hatîye amadekirin di sîyaseta navxweyî ya wî welatî ve tê nîqaşkirin. Li gorî şîrovekarên sîyasî, vererastkirinên k udi yasayên darizandinê da wê pêk bên ji bo hewla Enqerê ya bihêzkirina peywendîyên xwe li gel Brukselê ye. Li alîyê HDP bertek nîşanî pakete dide û dibêje ev pakêt ne çareserî ye, çareserî çêkirina makezagoneke nû ya demokratîk e.

Ji alîyê Wezareta Dadê ya Tirkîyê û Ak Partîyê ve Pakêta Reformê ya Darazê ku di yasayên darazê da 15 guherînan dike armanc ev demekî ye ku di rojeva sîyaseta navxweyî ya Tirkîye û bakur da ye. Hikûmeta Ak Partîyê hewl dide ku bi vekirina parlamenê ve 4 paketên reforma darazê pêşkêşî Serokatîya Parlamen bike û di mijarên wek azadîya fikr û ramanî, mafên sereke, kurtkirina maweya girtinê û bilezkirina darizandinê da li gorî krîterên Yekîtîya Ewropayê hin vererastkirinên yasayî pêk bîne.

Li gorî Prof.Dr.Mustava Eravci, ev pakêta nû ya reformê di warê hiqûqê da ji bo ku pêşî li rexneyên Ewropayê bê girtin û peywendîyên Enqere û Brukselê bê bihêzkirin tê kirin ku ev xebat wê wek prosesekî bidome.

Prof.Dr.Mustafa Eravci(akademîsyen) dibêje:"Ev demekî ye ku Tirkîye di hin mijarên sîyasî û hiqûqî da di tengasîyê da ye. Niha hikûmet ji bo ku zêdetir berê xwe nede enîya Awrasyayê hewl dide ku politikayeke hevsengîyê bimeşîne. Ji loma jî hewl dide ku peywendîyên xwe yên li gel Ewropayê bihêz bike. Pakêta reforma darazê û bilezkirina xebatên serbestîya wîzeyê jî encama vê prosesê ye."

Li alîyê din AK Partîya desthilatdar li ser vê mijarê bi MHP û CHPê ra hevdîtinê pêk anî. Lê belê berpirsên Ak Partîyê dibêjin ew ê vê mijarê tenê bi HDPê ra guftugo nekin. Cîgirê Hevserokê HDPê Nazmî Gur li ser vê mijarê dibêje, ew ji ber vê helwesta cudakar AKPê rexne dikin û destnîşan dike ku mijarên girîng yên wek demokrasî û hiqûq bêyî ku bi HDPê ra bê parvekirin wê serkeftî nabe.

Nazmi Gur (cîgirê hevserokê giştî yê HDPê), got:"Rexneyên me yên giran him li dijî vê helwesta AKPê heye him jî li dijî naveroka vê paketê. Di serî da bêyî HDPya ku li parlamen hêza sêyem e tu proje naçe serî. Jixwe naveroka paketê vala ye, bes ji bo ku hinekê dilê Ewropayê bê xweşkirin hatîye amadekirin. Em ê rexne û pêşnîyazên xwe

bînin ziman. Jixwe em wek HDP dibêjin pêdivîya Tirkîyê bi makezagoneke nû ya demokratîk heye."

Li alîyê din Serokkomarê Tirkîyê ji bo 6 krîterên mayî yên Yekîtîya Ewropayê bo serbestîya wîzeyê, ferman dabû wezaret û dezgehên Tirkîyê ku ew xebatên xwe bilezînin. Wisa xuya ye ku êdî wê bi vekirina Parlamena Tirkîyê ve yek ji mijarên sereke krîterên mayî û paketên reforma darazê bin.