Erdogan: Divê Amerika Mezlûm Ebdî radestî me bike

Serokomarê Tirkiyê dibêje, Fermandarê HSDê Mazlûm Ebdî di lîsteya wan a sor de ye û divê Amerîka wî radestî Tirkiyê bike

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê dibêje, Fermandarê HSDê Mazlûm Ebdî di lîsteya wan a sor de ye û divê Amerîka wî radestî Tirkiyê bike.

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan rexneyên tund li Amerîka, Fransa û Almanyayê digre ku, di asta bilind de pêşwaziya serkirdeyên rojavayê Kurdistanê dikin.

Erdogan got, Mazlum Ebdî di lîsteya Sor ya Tirkiyê de ye û li gor yasayan divê Amerîka wî radestî Tirkiyê bike û Wezareta Dadê jî bi awayeke fermî dê bixwaze. Da xuyakirin, wî ji Trump û Putin re gotiye, bi terorîstekî re li dor maseyekê de nacive û ji ber vê, bi Amerîka û Rûsyayê re rêkeftin kirin e.

Erdogan herweha got, li gor rêkeftina Soçî, ew dê xaleke çavdêriyê li Minbicê deynin û li rojavayê Girespî û Rojhelatê Serêkaniyê bi kûrahiya 10 kîlometre, tevî hêzên Rûsî û hêzên rejîma Sûriyê gerên çavdêriyê encam bidin. Eger wek soz hatiye dayîn, YPG ji deverê venekişe  ew dê bi tundî operasyonê berdewam bikin.

 

 

C.B