Hilbijartin Ji Bona Demokrasiyê Pîvaneke Girîng E. Hilbijartina Kurdistanê Divê Çê Bibe û Gelê Me Deng Bide PDKê

Kurd24

Di demokrasiyan de hilbijartin pîvanek esasî ye. Di rejîme demokraîk de guhertina desthilatdariya siyasî bi hilbijarinên giştî pêk tê. Gel bi hilbijartinê xwe di desthilatdarî de bi kesên û hikûmetên hilbijartî temsîl dike.

Bi kurtî mirov dikare bibêje ku bê hilbijartin demokrasî nabe.

Hilbijartinên sexte  bê demokrasî jî dikare bibe. Ev hilbijartinên sexte li Iraqê û li Sûriyeyê di bin bandor û dîktatoriya Baasê de gelek caran hatin li darxistn.

Lê li dinyayê kesekî qiymet neda wan hilbijartinan.

LI IRAQÊ ÇAND/TRADÎŞYONA DEMOKRASİIYÊ TUNE YE…

Li Iraqê di dîroka ereban de cara yekemîn hilbijartin, piştî sala 2005an, ku piştî rejîma Baasê hat rûxandin, biryar hat dayin ku Iraq bibe dewletek federal ya demokratîk, hat li darxistin.

Beriya wê jî li Iraqê dîktatorî hebû, tradişyona demokrasî qet çê nebibû. Ji bona vê yekê jî li Iraqê dezgeha hilbijartinê baş nameşe. Wek miînak: Tê zanîn ku hilbijartina giştî di 12ê Gulana 2018 de hat li dar xistin. Hezar mixabin hîn li ser encamên hilbijartinê gilî û gazind hene, li ser encama tîfaqek ava nebûye. Loma jî bi mehena e ku hikûmet jî ava nabe.

Di vê merheleyê de avakirina hikûmetê ji bona kurdan û ereban mijareke sereke ye. Di derbarê vê mijarê de danûstandin hîn di rojevê de ne. Di avakirina hikûmetê de rola kurdan û PDKê gelek girîng e.

LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ ÇAND/TRADÎŞYONÊ DEMOKRASIYÊ KEVN E…

Li Başûrê Kurdistanê dîroka çanda demokratîk gelek kevn e. Wek tê zanîn dema ku li Başûrê Kurdistanê partiya yekemîn PDKê ava dibe, ew bê mane ne bû ku navê partiyê bû “Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê.”

Li pişt vê pêvajoyê jî,  aqil û hişmendiya demokratik heye. Li Kurdistanê piştî Şerê Cîhanî yê 2emîn pejirandina rejîma demokrasiyê û çanda demokraîk heye. Loma dema ku mın di maqeleya xwe ya di derbarê PDKê de diyar kir, ev pêvajoya wek şoreşek demokratîk û milî û hevdem bi nav kir.

 Di sala 1970yî de di Otonomiya Kurdistanê de her çiqas partiyek, PDKê desthilatdar bû jî, di otonomiyê de dezgehên demokraîk ava dibûn û pîvanên demokratîk cî bi cî dibûn. Çanda demokratîk ji bona xurt bibe, hewl dihat dayîn. Hezar mixabin dema di sala 1975an de Otonomiya Kurdistanê têk çû û hat rûxandin, demokrasî jî li welêt nehat meşandin. Bes ji partiyê, demokrasî wek model ji bona xwe û ji bona Dewleta Kurdistanê pêş xist.  Ew jî gelek zehmet bû. Lewra tê zanîn ku Şoreşa Milî ya Gulanê jî bi têkoşîna pêşmergeyan dihat meşandin. Di nav şer de demokrasî pêş xistin, çanda demokrasî xurtkirin, dezgehên wê ava kirin, gelek zehmet, heta dem dem bêderfet e.

Lê di şertên zehmet de PDKê di dema xwe de nebe jî kongreyê xwe jî li dar xistiye û berpirsiyarên xwe bi îradeya kongreya xwe hilbijartiye.

Di partiyan de jî, kongreyê rasteqîne girîng in û pîvana demokraîkbûna partiyan e. PDKê jî wek partiyeke demokrat, her demê ew wezîfeya xwe ya demokratîk pêk aniye.

Li Başûrê Kurdistanê piştî salên 90î pêvajoya demokratîk bi xurtî û bi her awayî dest pê kir. Cara yekemîn hilbijartina giştî di sala 1992an de hat li darxistin. Di hemandem de ji bona serokê Kurdistranê jî hilbijartin hat li darxistin. Encama hilbijartinê, Meclîsa Kurdistanê teşkîl bû. Hikûmet ava bû.

Piştî vê jî li Başûrê Kurdistanê demê de nebe jî, her dem hilbijartinên giştî hatin li darxistin. Berpirsiyar û hikûmeta Kurdistanê bi dengên gelê me hatin hilbijartin.

DIVÊ LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ HİLBIJARTINA GIŞTÎ PAŞVE NAYÊ XİSTİN…

Beriya ku li Iraqê hilbijartina giştî di 12ê Gulana 2018an de bê li darxistin, diviya bû ku li Kurdistanê hilbijartina giştî bê li darxistin. Lê partî û berpirsiyarên Kurdistanê girêdayî gelek sedeman biryar dan ku piştî hilbijartina giştî ya Iraqê li Başûrê Kurdistanê hilbijartina giştî bê li darxistin.

Lewra li Iraqê piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê, dagirkirina Kerkukê û devrên din yên Kurdistanê, şertên nû hatibûn rojevê. Partî û berpirsên Kurdistanê dixwastin ku pêşiya xwe bibînin,

Rastî jî piştî hilbijartina giştî bi awayekî tarîtî ji holê rabû, roniyek çêbû û li Başûrê Kurdistanê partî û berpirsên Kurdistanê pêşiya xwe baştir dîtin. Biryar dayîn ji bona hilbijartina giştî hêsantir bû.

Di hilbijartina giştî ya Iraqê de, ji bona gelê kurd her çiqas şert gelek zehmet jî bûn, gelê me pêşiya xwe dît û gor berjewendiya xwe  helwesta xwe bi awayekî giştî zelal kir. Gelê me dît ku PDKê li Başûrê Kurdistanê berjewendiya milî temsîl dike, bi piranî dengê xwe da PDKê.

Gelê me PDKê, bes li Başûrê Kurdistanê ne, li tevayî Iraqê jî kir partiya yekemîn. Lewra li Iraqê tîfaqan ji PDKê, zêde deng girtin. Tu partiyeke Iraqî bi serê xwe nikarî qasî PDKê deng bigre.

Piştî hilbijartina giştî ya Iraqê wek beriya hilbijartinê dihat fikirandin, li Başûrê Kurdistanê biryar hat girtin ku di 30ê îlona 2018an de hilbijartina giştî bê li darxistin.

Hezar mixabin ji derveyî PDKê hemû partî, ji bona hilbijartinê ne amade û ji bona wan demokratîkbûna Kurdistanê ne girîng e, daxwaz dikin ku hilbijartina giştî li Başûrê Kurdistanê dereng bê xistin.Loma jî gelek hewildanên wan hene. Heta ji bona ku hilbijartin dereng bê xistin “dostên” biyanî dixwazin bibin navbeyçî. Navberekê YNKê diyar kir ki Emerıka jî dixwaze ku hilbijartina giştî ya li Başûrê Kurdistanê bê dereng xistin. Lê berpirsiyarên Eemerîka ev yeka derevîn derxistin.

Ev helwesteke gelek şaş e. Lewra piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê, di şertên Iraq û Başûrê Kurdistanê de bi giştî; di rewşa partî û rêxistin û hikûmet û serokên Iraqê û Başûrê Kurdistanê de jî gelek guhertin qewimîn. Loma jî divê rewş zelal bibe û her tiştek sedî sed nebe jî bi awayekî giştî li ciyê xwe rûne.

Li Başûrê Kurdistanê divê hilbijartina giştî dereng nayê xistin.

Serok Barzanî û Serokwezîr û PDKê di vê mijarê de nerînên xwe gelek zelal diyar kirin ku hilbijartina giştî nayê dereng xistin. Bi taybetî di civîna Navendî ya PDKê ya dawî de ev mijara jî hat niqaşe kirin. Li cem vê mijarê, bi vê mijarê re girêdan mijarên din yên stratejîk hatin niqaşe kirin. Di derbarê wan mijaran de biryar hatin girtin.

Ji bona ku civîna PDKê a dawî gelek girîng e, ez dixwazim bi giştî pêşkêş bike.

“Roja 30-8-2018 bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî Encûmena Rêveberiya Partiya Demokrat a Kurdistanê civiya.

“Di civînê de gotûbêj li ser çend mijarên girîng yên rojevê, ên weke hilbijartinên Kurdistanê û prosesa avakirina hikûmeta nû ya Iraqê û rola Kurdan hat kirin. Piştî bi dawî hatina civînê, daxuyaniyek hat weşandin û di nava daxuyaniya han de navroka civînê bo raya giştî hatiye eşkerekirin.

“Li gor daxuyaniha han di civînê de yekem babet, mijara hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê bûye û tekez li ser vê yekê hatiye kirin ku tevahiya amadekariyên pêwîst bo lidarxistina hilbijartinan hatine kirin û komîsyon jî amadekariyên xwe kirine, lewma ti hinceteke siyasî, yasayî û teknîkî tune ye ku hilbijartin werin paşxistin, ji ber vê çendê pêwîst e hilbijartin di dema xwe ya diyarkirî, do 30 Îlonê de werin kirin.

“Babeta duyem ku di civînê de li ser nîqaş hatiye kirin prosesa avakirina hikûmeta nû ya Iraqê bûye û PDKê jî diyar kiriye ku bo beşdarîkirin di hikûmetê de, bername û pilana xwe amade kiriye û projeyeke netewî ku daxwazên rewa yên gelê Kurdistanê tê de hatine diyarkirin, amade kiriye û dê li gor projeya han li gel aliyên Iraqî danûstandinan bike. Herwiha PDK deriyên xwe bo ti aliyekî Kurdistanî jî negiritiye û daxwaz ji aliyên Kurdistanî jî dike ku li dora berejwendî û daxwazên netewî yên gelê Kurdistanê kom bibin da ku li Bexdayê pêgeha Kurdan bihêz be.

“Babeta sêsiyan jî, gavavêtine bo aştiya navxweyî ya mala Kurd û di civînê de PDK piştgîriya xwe ji bo wan gavan diyar kiriye û aştiya navmala Kurdistanê jî bi tişteke pêwîst û girîng dizane.” (Kurdistan24)

DIVÊ GELÊ ME DENG BIDE PDKÊ. LEWRA PDK’Ê BERJEWENDIYA MILÎ DÊ BAŞTIR TEMSÎL BIKE…

Hîç şik tune ye ku divê ji îradeya gelê me re rêz bê girtin. Lê her hemwelatiyekî kurd jî xwediyê maf e ku nerînên xwe di derbarê dengdanê de diyar bike.

Ez jî di wê baweriyê de me ku divê gelê me deng bide PDKê Kurdistanê. PDKê bi xweser bike hikûmet.

Lewra beriya referandûma serxwebûna Kurdistanê, di referandûma sewrxwebûna Kurdistanê de, piştî referandûmê û bi taybetî jî piştî êrişa dewletên Kolonyalîst yên herêmê û dewletên derve, Kerkuk û gelek bajarokên Kurdistanê hatin îşgal kirin, PDKê helwesta milî nîşan da, berjewendiya gel zêdetir parast.

PDKê ji serxwebûna Kurdistanê re xwedî derket û bi qerardarî serxwebûna Kurdistanê parast.

Divê gelê me jî wek her neteweeyekî gorî berjewendiya xwe ya milî tevbigere.

Ev hilbijartina gelek girîng e.

Ev hilbijartina dê yekîtiya Kurdistanê biparêze, ji bona serxwebûna Kurdistanê derfetan çê bike. Ji bona îşgala Kerkukê ji holê rabe xebatên girîng dê bên kirin. Ew jî bi dest û xebata partiyan dibe. Di serî de jî bi xebata PDKê dibe.

 

Amed, 03. 09. 2018