Asayişa li Helebê dermansazekî Kurd 2 meh in binçav kiriye

Hêzên Asayişê yên Rêveberiya Xweser a li taxên Kurdan ên Helebê, dermansazekî Kurd ê Efrînê ji du mehan ve binçav kirine, bêyî sedema binçavkirinê bê zanîn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Asayişê yên Rêveberiya Xweser a li taxên Kurdan ên Helebê, dermansazekî Kurd ê Efrînê ji du mehan ve binçav kiriye, bêyî sedema binçavkirinê bê zanîn.

Rêxistina Mafên Mirova li Efrînê belav kir, “Endamên Asayişê yên “PYD” li taxa Eşrefiyê ya Helebê, dermansazê Kurd Xêredîn Îbo ji roja 02. 12. 2019an ve revandiye û ber bi cihekî nediyar ve biriye û ta niha çarenivîsa wî ne diyar e.”

Wê rêxistinê da zanîn jî, Dermansaz Xêredîn Îbo ji gundê Meydankê yê Efrînê ye û ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve koçberî Helebê bûye û dema xwastiye karê xwe yê dermansaziyê bike, Şaredariya Gel ya ser bi Rêveberiya Xweser a li Helebê moleta kar nedayê û nehîşt karê xwe bike.

Li gor zanyariyên Rêxistina Mafên Mirova li Efrînê, hevjîna wî dermansazî Şehnaz pirsa hevjînê xwe ji Paregeha Ewlekariyê ya Asayişê ya li taxa Şêx Meqsûd kir, ew lixwe mikur hatin ku hevjînê wê li cem wan e, lê hîna di çarçova lêpirsîn de girtî ye.

Hevjîna Xêredîn Îbo, Şehnaz bi riya Rêxistina Mafên Mirova li Efrînê re bang li hemû kesayetiyên azad, rêxistinên yasayî û mirovî kir, fişarê li Hêzên Asayişê bikin û hevjînê wê berdin.

Ev yek di demekê de ye, berî 4ê roja jî çalakvanê Kurdê Hemûdê Kibik ji aliyê hêzên Asayişê yên taxa Şêx Meqsûda Helebê hatibû binçavkirin û piştî 3 rojan ji girtinê, duhî hatibû berdan.

 

S. B