Salih û Erdogan pêwendiya telefonî encam dan
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokomarê Iraqê Berhem Salîh û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan pêwendiyek telefonî encam dan.
Di pêwendiyê de, rewşa dawî ya Rojhilata Navîn û arîşeyên herêmê gotûbêj kirin.
Her du Serokomaran, tekezî liser wê yekê kir, ku pirsgirêk dinav danûstandin û dîyaloga navnetewî de, werin çareser kirin.
Erdogan ji Berhem Saleh re gotîye: Nabe Iraq ji bo welatên bîyanî bibe gorapan a şer û aloziyan. Ew wekî, Tirkiye destura vê yekê nadin.
Berhem Salih jî da ye zanîn: Ew dixwazin, pêwendiyên wan yên aborî û sîyasî li gel Tirkiyê baştir bin.
C.B