Ingilistan: Dixwazin pêwendiyên xwe ligel Kurdistanê pêş bixin

Murrison destnîşan kir, ku: “Di pêwendiya xwe ligel Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî de, min ev daxwaz carek din anî ziman”

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê dewletê yê Ingilistanê berpirsiyar bi dosyeya Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqya Andrew Murrison ragihand, ku welatê wî dixwaze pêwendiyên xwe ligel Kurdistanê pêş bixe.

Murrison di civîna Parlementoyê taybet bi Rojhilata Navîn diyarkir, ku pêwendiyên Ingilistanê ligel Kurdistanê bihêz in, herweha xwestyar in van pêwendiyan peştir bixin.

Wezîrê dewletê yê Ingilistanê Murrison destnîşan kir, ku: “Di pêwendiya xwe ligel Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî de, min ev daxwaz carek din anî ziman”.

Murrison di 8ê Çile de pêwendiyek telefonî ligel Serokwezîr mesrûr barzanî encam da bû.

 

 

 

C.B