Gelek gencên Kurd bi zimanê xwe fêrî şanoyê dibin

Bi mebesta xwedîliderketina şanoya Kurdî li Stenbolê, dersê şanoya Kurdî tê dayîn.
kurdistan24.net

K24 – Stenbol

Kurdên li metropolên Tirkiyê bi zimanê Kurdî ji gelek çalakiyên kultirî bê par in ku yek ji wan jî şano ye. Bi mebesta xwedîliderketina kultira Kurdî û zêdebûna hejmara şanogerên Kurd, li Stenbolê ji hêla du dezgehên sivîl ve Hunergeha Şanoya Kurdî hat vekirin. Gelek gêncên Kurd di vê hunergehê de bi Kurdî fêrî şanoyê dibin.

Her çiqas cih li wan teng be jî lê karê dikin li ber dilê wan karekî mezin e. Gelek gêncên Kurd ku li metropolên Tirkiyê bi karê şanoyê eleqadar in, ji ber nebûna perwerdehiya şanoya bi Kurdî yan berê xwe didan şanoya Tirkî yan jî ji şanoyê dûr diketin.

Bi mebesta xwedîliderketina şanoya Kurdî li Stenbolê du saziyên kultirî Chalak Events û Şermola Performans atolyeya şanoya Kurdî vekirin û bi pêşengiya Berfîn Zenderlîoglu ya Şanoger dersê şanoya Kurdî tê dayîn.

Şanoger Berfîn Zenderlîoglu ji K24ê re got: “Armanca me ew e ku heta meha Hezîranê em perwerdehiya xwe bidomînin. Ji bo lîstina şanoyê çi hewce bike em wê dikin. Pêşî em ê bi fêrkirina rê û rêbazên şanoyê yên li ser deng, laş, hilmê bixebitin. Ji bo dramaturjiya karakteran, ji bo dramaturjiya textê em ê xebatan bikin.

Mamosteyê Zimanê Îngilizî Garîp Akil: “Li cihê ku şano hebe ez dixwazim li wêderê bim. Ku ew şano bi zimanê min be ez ê li wêderê amade bibim. Li vir jî bi zimanê min bi Kurdî ders tê dayîn ji bo vê ez jî beşdarî vê dersê bûm. Şano, kultira Kurdî vedibêje, ji bo hînkirina kultirê ji bo bîranînan şano pir hêja ye.”

Amadekarên atolyeyê, hewl dane ku ji bo perwerdehiyê li cîhekî mezintir û bi du polan dest bi xebatan bikirana lê ji ber bêderfetiyê niha tenê bi polekê ku 23 kes tê da hene dest bi derse kirine.

Endamê Chalak Events Tofan Sunbul: Hêviya me ew e ku ev atolyeya şanoya Kurdî, di pêşerojê de bibe bingeheke dibistana Kurdî. Em hewl didin ku ew kesên beşdarî vê çalakiyê bûne lîstîkekê binivîsin, biçin tûrneyekê da ku hem li Stenbolê û hem jî li bajarên bakurê Kurdistanê vê lîstîkê pêşkeş bikin.

Piştî bidawîbûna perwerdehiyê bi beşdaran şanoyeke Kurdî wê were amadekirin û ev şano li bajarên cuda wê werin lîstin.