Bulgaristan: Em dê ji bo parastina sînor, serbazan bicîh bikin

Wezîrê bergirî yê Bulgaristanê ragihand, ku “Ji bo parastina sînorên welatê xwe hember penaberên neyasayî, dê serbazan liser sînor bicîh bikin”

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê bergirî yê Bulgaristanê ragihand, ku “Ji bo parastina sînorên welatê xwe hember penaberên neyasayî, dê serbazan liser sînor bicîh bikin”.

Wezîrê Bergirî yê Bulgaristanê Krasimir Karakachanov diyar jî kir, ku du grubên ji 30 kesan pêk dihatin rawestandin e û nehêlan e derbasî nav sînorê Bulgaristanê bibin.

Krasimir Karakachanov herweha anî ziman, ku bi egera rêgirîkirin li Vayrosa Korona Bulgaristanê biryar da ye, rê nede hejmara penaberan li welatê wan zêde bibin.

Ji aliyê xwe ve, ajansên cîhanî wêneyên bi hezaran penaberan diweşînin, ku ji Tirkiye ve ber bi Ewrûpa ve, dan e rê.

 

 

C.B