Tirkiye: Dibe ku hebe, lê heta niha Vayrosa Korona nehatiye tomar kirin

Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê dibêje, heta niha li Tirkiye Vayrosa Korona nehatiye tomarkirin, lê ev nayê wê wateya ku li Tirkiye nîn e

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê dibêje, heta niha li Tirkiye Vayrosa Korona nehatiye tomarkirin, lê ev nayê wê wateya ku li Tirkiye nîn e. Da zanîn Tirkiye, pir zû bergiriyên xwe pêşxistin, lê welatên Ewropayê dereng ketin û sedemê belavbûnê jî ew e.

Fexredîn Koca - Wezîrê tendirustiya Tirkiyê got:

".. Heta niha li Tirkiyê Vayrosa Korona nehatiye tomarkirin. Li ser 2 hezar gumanlêkiriyan lêkolîn hat kirin û tu kesek pozîtîf derneket. Egerek mezin heye niha ev vayros li Tirkiyeyê heye, lê nehatiye tomarkirin.  Ji ber ku li gelek deverê cîhanê taybet li Ewropayê vayros gelek belav bûye, em dixwazin welatiyên xwe hişyar bikin. Ewropa di wergirtina bergiriyan de dereng ketiye û em bang li welatiyên xwe dikin, bergiriyên xwe yên ferdî pêşbixin."

 

 

C.B