Dr. Şenyigit: Baştirîn rêgirî ji Korona, sînordarkirina kombûnên cemawerî ye

Pisporê Nexweşiyên Singê ji Zanîngeha Dicleyê Dr. Abdurahman Şenyigit anî ziman, ku: “Heta niha dermanê vê vayrosê nehatiye peyda kirin. Ango sarêjiyek (tedawiyek) yekser nîn e

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Pisporê Nexweşiyên Singê ji Zanîngeha Dicleyê Dr. Abdurahman Şenyigit ji K24 re diyarkir, ku nexweşên ji Vayrosa Korona li Tirkiye kêm in û tedbîrên baş hatin standin.

Ligor Dr. Abdurahman Şenyigit metirsiyek peyda bû ye, lê zanyarî kêm in û diyarkir: “Wekî metirsiyek peyda bû ye, ku yên bi vê nexweşiyê bikevin dê bimrin, tiştek weha nîn e. Zêdeyê tûşbûyan, nexweşiyê liser lingan derbas dikin ango bi nexweşiyê giran nakevin. Laşê wan dişewite, singa wan dişewite, quhik û belxem heye. Bi giştî 2-3-4 rojan de derbas dibe. Ji sedî 80 weha ye. Ji sedî 20 jî, giran derbas dibe. Ji wan jî, ji sedî 17-18 baş dibin. Dimîne ji sedî 2-3 ku dimrin. Ew ên dimrin, kî ne? Yên ku temenê wan ji 60-70yan zêdetir e û bi ser de nexweşiya wan kronîk heye”.

Pisporê Nexweşiyên Singê ji Zanîngeha Dicleyê Dr. Abdurahman Şenyigit anî ziman, ku: “Heta niha dermanê vê vayrosê nehatiye peyda kirin. Ango sarêjiyek (tedawiyek) yekser nîn e. Sarêjiya destekê tê dan. Doktor hin antibiyotikan didin, hin caran serûman didin”.

Liser rêgiriyan Dr. Abdurahman Şenyigit destnîşan kir, ku: “Baştrirîn rêgirî sînordarkirin a nêzîkahiya sosyal / civatî ye. Ligel nexweşên vê vayrosê dûr bikevin. Kesên nexweş derbasî nav civatê nebin, jiber ku nexweşî gelek zû belav dibe”.