Tirkiye: Derketina derve ya kesên bitemen tê sînordar kirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Navxweyî ya Tirkiye bi daxuyaniyekê diyar kir, ku: “Ji nîvê şeva îro ve (00:00) kesên ji 65 salan bitementir in û nexweşiyên wan ên kronik hene, derketina wan a derve ji malên xwe, li park, behçe û meydanên vekirî de, ger a wan ligor Yasaya 11an a desthilata şaredarî û Yasaya 27 a tendirustiya civatî, hatiye sînordar kirin”.
Wezareta Navxweyî ya Tirkiye herweha eşkere kir, ku: “Liser babetê dê agahdariyên berferehtir jî rabighîne”.
Wezareta tendirustî ya Tirkiye ragihandibû, ku kesên jiyana xwe bi egera Vayrosa Korona li Tirkiye jidest da yî, hemû kesên bitemen in”.
C.B