WHO: Covid -19 liser tendirustiya cîhanî metirsî ye
K24 – Navenda Nûçeyan
Rêxistina Tendirustiya Cîhanî radighîne, Korona hîn jî, liser tendirustiya cîhanî metirsî ye
Serokê Rêxistina Tendirustiya Cîhanî Tîdrus Edhanom ragihand, metirsiya Vayrosa Korona hîn ma ye û ew dê hefteya bê, civînekê derbarê awayê piştevanîkirina lêkolînên ji bo dîtina vaksînekê ji bo Vayrosê lidar bixin, û tekez kir, ew digel Yekîtiya Ewrupa ji bo vê mebestê kar dikin.
Serokê Rêxistina Tendirustiya Cîhanî ragihand jî, pêşniyar dikin, ku rêkarên geşt û gihandina alîkarî û dermanan werin sererastkirin.
C.B