Çekdaran 4 welatî ji gundekî Efrînê revandin

Zîncîreya revandina welatiyan ji aliyê grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê ve li Herêma Efrînê berdewam e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Zîncîreya revandina welatiyan ji aliyê grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê ve li Herêma Efrînê berdewam e.

Jêderekî taybet ji Efrînê ji K24ê re ragihand, çekdarên grûpa Feyleq El Şam pêr 12ê Gulanê avêtin ser gundê Dêr Belûtê yê li navçeya Cindirêsê û 4 welatî revandin.

Diyar kir jî, kesên hatine revandin, 3 ji wan Kurd in û yek jî ji Erebên gund e, navên wan jî wiha ne: Îbrahîm Izedîn Heyder, Celal Reşad Bakîr, Îbrahîm Xelîl Hebeş û Ehmed Îbrahîm Hesen.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên ji berî du salan ve, heta niha bi hezaran welatiyên Efrînê ji aliyê grûpên çekdar ve hatine revandin.

Çalakvanên Efrînê dibêjin, armanca artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ji revandina welatiyan û encamdana teqînan di nava herêma Efrînê de ew e, xelkê Efrînê neçar bibe koç bike, ji bo ew plana xwe ya guhartina demografiya Efrînê bibin serî.

 

S. B