Firokeya Pakistanê dinav bajar de ket xwar
K24 – Navenda Nûçeyan
Firokeya rêwiyan a Pakistanê (PIA), ku sefera Lahor-Karaçî dikir, nêzîkî firokxaneya Karaçî ket xwar.
Di firokeyê de 107 rêwî û personel hebûn e.
Jiber ku firoke bi ser taxek Karaçî de kete xwar, guman tê kirin hejmarek zêde qurbanî hebin. Gelek xanî û cîh li taxê zererên mezin dîtin e.
Firoke ya ketî ji model a Airbus “A320” e û ligor ragihandina berpirsên Pakistanî berî firînê tu pirgîrêkek teknîkî nebû ye.
C.B