Marjînalkirina Çanda Kurdî

Kurd24

( Hilweşandina pirtûkxaneyê çalakiyek e ,ku li demên kevnar vedigere, hilweşînerên pirtûkxaneyan û Pirtûk digelhev derketina holê ) Ev jî, nivîskarê frensî ” Lucien Pollastron ” di pirtûka xwe de , ya bi navê  "Pirtûkên şewitandin ... Dîroka Pirsgirêka hilweşîna pirtûkxaneyê" tekez kiriye .

Çanda Kurdan bandorek mezin liser formulkirina raman û avakirina çandê li Rojhilata Navîn kiriye, rastiya marjînalkirina jiyana wan berçav e. Bi dîlgirtina bi zorê ve û belavkirina zaravayên beyanî li cîhê ziman û zaravên Kurdan, da ku têkbirina rewşenbîrî li ser ziman, bawerî, raman û tevgerên serdest bibe.

Ev yek li ber ronahiya siyaseta bi vî rengî ya belavkirina çanda Tirkan, Ereban û Farisan zelal û diyar e , ku armanc ew e ku nasnameya xwe li welatê me, welatê dayikê (Kurdistan ) belav bikin. Wê hingê karbin çanda me biguhêzin, û ew fikir û çalakiyên me li gor hişmendiya xwe  bi kar bînin. Ji ber vê yekê, avakirin û ramana kurdan roj bi roj di warên cûda de pir bi ser yan van welatên dagirker ve çû ye.  Ev hewce dike, ku her girêdana Welatê me bi dîroka xwe ya neteweyî ve girê bidin, bi eşkerekirin û pêkhatên cihreng li erdnîgariya kurdistan  , Wekî pêşenge ku ji nû ve bicîhkirina bandora xwe ji bo berjewendîyên xwe xizmet bikin .

Bi rastî, hewldanên Tirka , Ereb, û Farisan  - ji serdema dagirkirinê û vir de - di belavkirina perwerdehiya li deverên Kurdan kêmtir e li gor perwerdehiya li bajar û gundên wan.  Wekî ku zêdebûna rêjeya xwendinê bi rengek pêk tê, ku bi berjewendîyên wan re têkildar be, bêyî ku daxwazên kurdan bi cîh bike. Tê zanîn , tunebûna bilindkirina asta tenduristiyê û bicîhkirina pergalên ku dê asta welatiyan bilind bike, û herweha nebeskirina wan di perwerdehiya civakê de û xirakirina xwendewariya deverên kurdan , ew jî ji tirsa hişyarkirina kurdan û agirê şoreşa ramanî li dijî mêtîngeriya Dagirkeriya wa bi xwendinê û zanînê pê vêxistin

Yek ji kiriyarên dewletên dagirker , Hilweşandina pirtûkxaneyek kurdî di mêjûye Sêrtê de cara yekemîn bû.  Dewleta Tirk hewl dide, ku her tiştên bi Kurdî têk bibe û hilweşîne, vêcarê jî li Sêrtê Pirtûkxaneya Celadet Alî Bedirxan, ya ku Kurdan birînên kûr û kul di bîra xwe de di nav dîwarên wê de dianîn û bo nifşê nû divedbûn hate hilweşandin . Û dîsa qêrîn û xweşiyên Kurdan yên di nava wan Pirtûkan de, bi erdê ve meşiyan û herikîn mîna çem û rûbarên Kurdistanê li ser Deştên buhiştî ve .

Bikaranîna hilweşandin û vêxistina agir bi pirtûkan berdewamî û dirêjkirina temenê dagirkeran û barbarên Pêxwas e.  Rastî ev e, ku dema agir bi pirtûkan dikeve, ew cûdahiyek di navbera helbest , Roman , Çîrok û hemî Pirtûkan û nivîsaran de na bîn e , her tiştî dide ber xwe û Jiyanê bo Sehwêrên ji Pirtûkan veguherîne .

Rêbazên dagirkirinê yên li ser bingehê zordarî, kuştin, talan, dijminiya domdar , û nebûna armancên zelal ên perwerdehiyê di pêvajoya perwerdehiyê de her didome . Çikû Tirkan , Ereb û Farisan pir hewl dane û didin Pirtûkên Kurdan reş bikin , lê tu cara rastî nahilweşe , û raman û bawerî li pêşiya Nivîskarên kurdan xwe nûve dibe .

Lê dîsa Pêdiviya me bi çandek heye ku di navbera nifşên nû de berz û bilind be , ku beşek mezin ji çanda me ji ber şer, wêranî, .... wenda dibe , û him jî Dabeşkirina nasnameyê , windakirina nirxên gerdûnî, û marjînalîzekirina wan ji me re wekî netewe tê diçe , heke em bixwazin tevahiya bi vî rengî kurdayatî  biparêzin, û xwe hember dagirkera hilragirin û berdewam bikin , dive çanda xwe li diniyê bidin nasîn .