Sizayên Sîzer li ser Sûriyê ji Lîreyê Tirk re derfet e

Şîrovekar dibêjin,Tirkiyê, bi hinceta Gemaroyên Sezar, aboriya Sûriyê dagîr dike.
kurdistan24.net

K24 – Enqere

Amerîkayê biryar da ku Gemaroyên Sezar li ser Sûriyê bisepîne. Cîbicîkirina yekem beşa gemorêyên Sezar li Sûriyê destpêkir. Aboriya Sûriyê ji xwe gelek lawaz bûbû. Bi wan gemaroyan her ku diçe lawaztir jî dibe. Di heman demê de li beşek ji bakûrê Sûriyê jî Lîreyê Tirkiyê dihate bikaranîn. Beşek ji şîrovekaran dibêjin, ev pêngava Tirkiyê, bi hinceta Gemaroyên Sezar, dagirkirina aboriya Sûriyê ye.

Hefteya bûrî sepandina Gemaroyên Sezar ji aliyê Amerîkayê ve li ser Sûriyê destpêkirin. Ev ne cara yekem e ku Sûriye bi gemaroyên Amerîkayê re rûbirû dimîne. Lê belê cudahiya gemaroyên Sezar ew e ku ne bi tene li ser Sûriyê li ser piştgirên Hikûmeta Sûriyê jî di warê abûriyê de dê werin sepandin. Bi ev gemaroyan şertûmercên aboriyê li Sûriyê xirabtir lê hatin. Li deverên ku ji aliyê komên çekdar yên ku Tirkiye piştgriya wan dike ve têne kontrolkirin de, ji ber ku nirxê Lîreyê Sûriyê gelek kêm bûye, êdî Lîreyê Tirkiyê bi awayekî rêkûpêk tê bikaranîn. Pisporê têkiliyên navdewletî Aydin Sezer van geşedanan wiha dinirxîne.

Aydin Sezer ji K24ê re got: Bêguman pêwendiyek di navbera Gemaroyên Sezar û bikaranîna Lîreyê Tirkiyê li Sûriyê de heye. Ji ber ku Lîreyê Sûriyê piştî wan gemaroyan gelek erzan bû û ev yeke ji bo Lîreyê Tirk derfet e. Lê belê em nikarin bêjin %100 ji bi saya vê yeke Tirkiyê şiya parê xwe li Sûriyê bide bikaranîn. Ji ber ku beriya ev proseyê jî Tirkiyê li Sûriyê postaxane vedikirin, xizmetên şaredariyan dibirine cihên ku komên îslamîst kontrol dikin. Ev pêngava Lîreyê Tirk jî encameke ev proseyê bû.

Li aliyê din, pisporê Amerîkayê Îlhan Uzgel jî mijarê ji aliyê Amerîkayê ve dinirxîne û dibêje: Armanca wan gemaroyan piçûkkirina aboriya Sûriyê û bi wî avayî vekirina rêya xwepeşandanên welatiya ne. Lê belê di senatoya Amerîkayê de jî ev biryar bû sedema dengê bertek û nerazîbûnan. Ji ber ku beşek ji siyasetmedaran dibêjin ev gemaroyene dê welatiyên Sûriyê bixe din av rewşeke gelek zehmet de.

Di serê sala 2020an de Dolareke Amerîkî beramberî 940 Lîreyên Sûriyê bû. Di meha Xizîranê de jî nirxê 1 Dolar gihişte 3 hezar Lîreyên Sûriyê. Wisa xuya ye ku piştî wan gemaroyan nirxê Lîreyê Sûriyê dê gelek kêmtir bibe.