Sê xort ji bo bexşîna plazmaya xwînê ji Silêmaniyê hatin Hewlêrê

Piştî ku şeva din Wezareta Tendirustiyê bang li welatiyên Herêma Kurdistanê yên ji nexweşiya koronayê rizgar bûne kir ku plazmaya xwînê bibexşînin, sê xort ji Silêmaniyê hatin Hewlêrê û plazmaya xwînê bexşandin

K24 – Hewlêr

Piştî ku şeva din Wezareta Tendirustiyê bang li welatiyên Herêma Kurdistanê yên ji nexweşiya koronayê rizgar bûne kir ku plazmaya xwînê bibexşînin, sê xort ji Silêmaniyê hatin Hewlêrê û plazmaya xwînê bexşandin.

Aram Mihemed ku 32 salî ye û piştî pêketina koronayê baş bûye, biryar daye plazmaya xwînê bibexşîne nexweşên din ên ku bi vîrûsa koronayê ketine.

Aram Mihemed dema plazmaya xwînê dibexşand, ji K24ê re ragihand: “Ez berî her tiştî dibêjim, peyama me siyasî nîne, tenê karekî mirovî ye ku em ji bo xelkê xwe dikin.”

Sê xortên bajarê Silêmaniyê ku temenê wan di navbera 32 heta 38 salî de ye, berî du rojan pişkinîna koronayê kirine û ji wan re ragihandine ku ji koronayê rizgar bûne, ji ber ku hejmara pêketiyên koronayê yên bi tundî di bin bandora vîrûsê de mane li Silêmaniyê kêm bûye, her sê xortan biryar dane ku werin Hewlêrê.

Aram Mihemed ji welatiyên ku piştî nexweşiya koronayê baş bûne daxwaz dike: “Ciyawaziyê nexin navbera bajaran û her cihê ku pêwîst bû, plazmayê bidin.” Herwiha dibêje: “Dema em dihatin, zilamekî lava dikir ku plazmaya xwînê bidin dayîka wî, hûn bînin ber çavê xwe ku ew dayîka we ye.”

Plana pêşwext û amadekariya rewşa dijwartir

Wişyar Yasîn, Rêveberê Banka Xwînê ya Hewlêrê dibêje: “Niha tibabeke baş plazmaya me heye, hejmareke baş ji bexşînerên plazmayê berê xwe dan me, gelek nexweş li nexweşxaneyên Hewlêrê hene, gelek ji wan jî vîrûs bi tundî bandor li wan kiriye û pêwîstiya wan bi plazmayê heye.”

Di van çend rojên dawî de li Hewlêrê hejmara pêketiyên koronayê gelek zêde bûye, bi cureyek ku ji 357 pêketiyên duh ên li Herêma Kurdistanê, 218 kes li Hewlêrê bûn.

Dr. Şaxewan Xeylanî, Rêveberê Nexweşxaneya Îmaratî ya li Hewlêrê duh ji K24ê re eşkere kir: “Ez nikarim bibêjim ku em di lûtkeyê de ne, lê bêguman em ber bi lûtkeya pêketina koronayê ve diçin û dibe ku karesatên mezintir werin ser me, ji ber ku nexweşxaneyên me bi pêketiyan tijî ne û rewşa piraniya nexweşên me ne baş e.”

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê jî duh bang li welatiyan kiribû û destnîşan kiribû ku yek ji rêyên tedawiya nexweşên ku bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine, wergirtina plazmaya xwîna kesekî başbûyî ye.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de eşkere kiribû; gelek nexweş bi tundî bi vîrûsa koronayê ketine û pêwîstiya wan bi plazmaya xwînê heye.

Di bangewaziyê de hatiye xwestin; kesên ku baş bûne û 28 roj di ser yekem roja destnîşankirina nexweşiya wan re derbas bûye, ji bo bexşandina plazmayê, serdana navendên banka xwînê bikin

 

 

Î.A