Li Herêma Kurdistanê 507 kesên din bi koronayê ketin

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 507 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 14 kesan jî jiyana xwe ji dest dane

K24 – Hewlêr

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 507 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 14 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 507 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku jê 244 kes li Hewlêrê, 70 kes li Silêmaniyê, 28 kes li Germiyanê, 59 kes li Raperînê, 92 kes li Duhokê û 14 kes jî li Helebceyê ne.

Herwiha ragihand; 14 kesan ji ber vîrûsa koronayê canê xwe ji dest dane, ji wan 6 kes li Hewlêrê, 5 kes li Silêmaniyê, 1 kes li Germiyanê û 2 kes jî li Duhokê.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 132 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku jê 89 kes li Hewlêrê, 34 kes li Germiyanê û 9 kes jî li Helebceyê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 1684(Hewlêr: 5661, Silêmanî: 8919, Duhok: 994, Helebce: 510)

Mirin: 611 (Hewlêr: 154, Silêmanî: 441, Duhok: 8, Helebce: 8)

Başbûn: 9843 (Hewlêr: 3426, Silêmanî: 5562, Duhok: 405, Helebce: 450)

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.

 

Î.A