Li Iraqê 3 hezar û 644 kes bi koronayê ketin

Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê (Covid-19) 91 kesan jiyana xwe ji dest dan.

K24 – Hewlêr

Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê (Covid-19) 91 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê, di 24 demjimêrên borî de li Iraq û Herêma Kurdistanê 91 kesan canê xwe ji dest dane û 3 hezar û 644 kes bi vîrûsa koronayê ketine.

Wezaretê di daxuyaniya 24ê Tebaxa 2020an de eşkere kiriye; heta niha 207 hezar û 985 kes li Iraqê bi vîrûsa koronayê ketine û 150 hezar û 389 kes ji vê vîrûsê rizgar bûne.

Herwiha hatiye destnîşankirin; niha 5 hezar û 380 kes di nexweşxaneyên Iraqê ne û heta niha li seranserê Iraqê 6 hezar û 519 kesan canê xwe ji dest dane.

 

Î.A