LÊKOLÎN – Dermanê Rûsyayê bi ser ket

Li gor kanala televîzyonê ya CNNê, di lêkolînekê de ku encama wê di kovara The Lancet hatiye belavkirin, pispor gihiştine wê encamê ku dermanê Rûsî yê li dijî vîrûsa koronayê bi ser ketiye

K24 – Navenda Nûçeyan

Li gor kanala televîzyonê ya CNNê, di lêkolînekê de ku encama wê di kovara The Lancet hatiye belavkirin, pispor gihiştine wê encamê ku dermanê Rûsî yê bi navê Sputnik V yê li dijî vîrûsa koronayê (Covid-19) bi ser ketiye û ji bilî çend nîşaneyên sivik, ti metirsiyekê li ser tendirustiya mirov tine ye.

Pisporên lêkolînê ku dermanê vîrûsa koronayê li ser çend kesan ceribandine, eşkere dikin ku kesên derman wergirtine, tenê bi tayekî sivik ketine û qet bandoreke cidî li ser tendirustiya wan nekiriye ku cihê metirsiyê be.

Herwiha amaje bi wê yekê dikin ku dermanê Sputnik V encamên baş derxistine holê û şiyaneke wî ya bihêz ji bo çêkirina dijetenan heye di laşê pêketiyan de û şiyana berevaniya laşê mirov li hember vîrûsê bihêz dike.

Encaman derxistiye holê ku asta şiyan û rûbirûbûna dijetenên wî dermanî, bi qasî asta berevaniya bihêz a nav laşê kesên ku bi awayekî asayî baş bûne.

Rûsya meha borî dahênana yekem vaksîna li dijî vîrûsa koronayê ragihandibû û ev derman ji aliyê saziyên tendirustiyê ve hatibû rexnekirin ku derman nehatiye ceribandin û naveroka vaksînê û bandora wê nayê zanîn.

 

Î.A