Mesrûr Barzanî: Em giringiyeke mezin didin warê tendirustiyê

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana navenda hemahengî û hawarçûnê ya Rêveberiya Banka Xwînê kir û xebatên karmendên tendirustiyê nirxand.

 

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana navenda hemahengî û hawarçûnê ya Rêveberiya Banka Xwînê kir û xebatên karmendên tendirustiyê nirxand.

Mesrûr Barzanî serdana navenda hemahengî û hawarçûnê ya Rêveberiya Banka Xwînê kir û ji nêz ve kêşe û daxwazên karmendan guhdarî kir û spasiya xebatên hemû karmendên tendirustiyê kir ku di xizmetkirina welatiyan de roleke giring û berçav dilîzin, bi taybetî jî piştî belavbûna vîrûsa koronayê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî piştî serdanê diyar kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê giringiyeke mezin dide warê tendirustiyê û eşkere kir: “Kerta tendirustiyê, peywendiyeke wê ya rasterast bi jiyana welatiyan heye û em giringiyeke mezin didin vê kertê, da ku em bikarin xizmeteke baştir bigihînin welatiyên xoşewîst.”

Mesrûr Barzanî destnîşan kir: “Jêrxana tendirustiyê li ser bingeha standarda cîhanî li Kurdistanê heta niha çênebûye. Em hewl didin ligel Wezareta Tendistiyê û pisporan vê kertê pêşve bibin, da ku em bikarin zêdetir xizmeta welatiyan bikin. Ez dixwazim spasiyeke germ li hemû bijîşk û fermanber û karmendên tendirustiyê bikim. Him ewên di vê navendê de dixebitin û him jî ewên rojane rûbirûyî metirsiyê dibin ji bo rizgarkirina jiyana welatiyan, bi taybetî jî niha ku rûbirûyî vîrûsa koronayê bûne. Mixabin hinek bijîşk û fermanberan jî jiyana xwe ji dest dane.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê eşkere kir: “Em li hikûmetê, di vê demê de ji bo kirîn û dabînkirina pêwîstiyên nexweşxane û amûrên pêwîst, nêzîkî bîst û sê milyar dînar xerc kirine.”

Herwiha destnîşan kir: “Ji bo dabînkirina pêwîstiyên nexweşxaneyên penceşêrê jî, ji aliyê hikûmetê ve çil milyar dînar hatine terxankirin, ku bêguman ji bo tedawiya wan nexweşan bandora wê hebû. Di vê demê de ku vîrûsa koronayê hatiye Kurdistanê, zêdetirî çil û pênc milyar dînar ji aliyê hikûmetê ve li hemû bajar û bajarok û parêzgehên Herêma Kurdistanê hatine xerckirin ji bo rûbirûbûna vê vîrûsê.”

Mesrûr Barzanî diyar kir: “Tiştê dikeve ser me, bêguman em texsîr nakin, lê di heman demê de pêwîstiya me bi alîkarî û xweparastina welatiyên Herêma Kurdistanê heye, ji bo parastina xwe û xizm û wan bijîşk û fermanberên ezîz ku xizmeta wan dikin.”