Lîsta duyê ya fermanberên Herêma Kurdistanê bi Banka TBI hat dan

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê radigehîne, “Lîsta duyê ya fermanberên Herêma Kurdistanê bi Banka TBI hat dan”.

Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (Pêncşem, 23.05.2024) ragehandinek parve kir ku tê de hatiye, “Di çarçoveya piroseya bankirina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê bi rêya pirojeya Hejmara Min de, li dû lihevkirina Wezareta Darayî û Aborî bi Banka TBI re ji bo şandina zanyarên fermanberên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bo heftiya duyê li ser hev, wezaretê zanyar li ser 453 fermanberên tevaya wezaretên Herêma Kurdistanê ji bo wê bankê şandin”.

Di wê ragehandina de hatiye, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê li ser amadekirina lîst û zanyarên mûçexuran berdewam be, ku vê bankê ji nav heft bankên di nav pirojeya Hejmara Min de hildibijêrin, li dû wê piroseyê ya ku Banka Navendî ya Îraqê pejirandiye û her heftî lîstên nû ji bo wê bankê amade dike”.

Wezareta Darayî û Aborî amaje jî daye, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi dilgermî ve li benda wergirtina xişte û zanyarên pêdivî ye, li ser piroseya vekirina hejmaran û çapkirina kartan ji bo wan fermanberên ku heftiya borî zanyarln xwe ji bo banka navbirî şandine”.

Ev jî di demekê de ye ku li roja Pêncşemê, 16.05.2024, di çarçoveya piroseya bankkirina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê bi rêya pirojeya Hejmara Min de, lîsta yekê ya fermanberan ku ji zanyarên 368 fermanberên tevaya wezaretên Herêma Kurdistanê pêk hatibû bi Banka TBI hatin dan”.