Li rojavayê Kurdistanê 51 kes bi Koronayê ketin

Li rojavayê Kurdistanê û herêmên Rêveberiya Xweser 51 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketin.

Navenda Nûçeyan (K24) - Li rojavayê Kurdistanê û herêmên Rêveberiya Xweser 51 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketin.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa ragihand, 51 haletên nû yên pêketina bi vîrûsa Koronayê hatin tomarkirin. 

Haletên hatine tomarkirin: 6 kes li Hesekê, 14 kes li Qamişlo, 9 kes li Girkê Legê, 11 kes li Dêrikê, 3 kes li Rimêlan, 3 kes li Çilaxa, 2 kes Amûde, 2 kes li Dirbêsiyê û 1 kes li Tirbesipiyê.

Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 1497 kesan, ji wan 62 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Dr. Ciwan Mistefa diyar kir jî, bi başbûna 15 pêketiyên Koronayê, hejmara kesên ji wê vîrûsê baş bûne gihîştiye 417 kesan.