Şanoya Kurdî hat qedexekirin

Qeymeqamiya Gazîosmanpaşa şanoya Kurdî ya ku dê li Stenbolê bihata pêşkêşkirin, çend demjimêr berî destpêkirinê qedexe kir.

Stenbol (K24) – Qeymeqamiya Gazîosmanpaşa şanoya Kurdî ya ku dê li Stenbolê bihata pêşkêşkirin, çend demjimêr berî destpêkirinê qedexe kir.

Biryar bû şanoyeke Kurdî li Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê were pêşkêşkirin.

Polîsên Stenbolê fermana qedexekirinê ji bo îmzekirinê dan lîstikvanên Kurd, lê lîstikvanên şanoyê red kirin ku fermanê îmze bikin.

Lîstikvanê şanoyê Rûgeş Kirici ji K24ê re ragihand ku polîsan fermana qeymeqamiyê nîşan dane û nehiştine şano were pêşkêşkirin.

Rûgeş Kirici eşkere kir ku di fermanê de hatiye gotin "dibe ku ev şano ewlehiya civakê xera bike".

Rayedarên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê jî diyar dikin ku ev biryar ji aliyê qeymeqamiyê ve hatiye dayîn.

Koma şanoyê Teatra Jiyana Nû ya ser bi Navenda Çandê ya Mezopotamyayê, ji bo pêşkêşkirina şanoya Bêrû ya Dario Fo, xwe amade kiribû.

Şanoya ku ji aliyê Dilawer Zeraq ve bo zimanê Kurdî hatiye wergerandin û dê lîstikvan Rûgeş Kirici, Omer Şahin, Rewşan Apaydin û Cihad Ekinci pêşkêş bikira û Nazmi Karaman jî derhêneriya wê bikira, di dîroka 106 salî ya Şanoyên Bajêr de, dê biba yekem şanoya Kurdî.