Efrîn.. Çekdarên ser bi Tirkiyê ve 11 gundî revandin

Grûpên çekdar ên bi artêşa Tirkiyê re Efrîn dagîr kirine, 11 welatiyên sivîl ji 2 gundên Efrînê revandin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Grûpên çekdar ên bi artêşa Tirkiyê re Efrîn dagîr kirine, 11 welatiyên sivîl ji 2 gundên Efrînê revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, grûpa Polîsa Leşkerî roja 22ê Cotmeha borî bi ser gundê Qude yê li navçeya Raco de girtin û bi armanca standina pereyan ji wan, 10 gundî revandin.

Navên kesên hatine revandin wiha ne: Mihemed Heyder Şêxo, Ehmed Hec Mûsa, Rifet Hec Mûsa, Tewfîq Mihemed Mûsa, Dogan Ehmed Silêman, Mistefa Silêman, Ehmed Izet Osman, Mihemed Marûf, Ebdîn Xilûsî Ereb.

Rêxistina Mafên Mirovan da zanîn, çekdaran 2 kes (Rifet Hec Mûsa û Mistefa Silêman) berdane, lê hîna çarenivîsa 8 kesên din ne diyar e.

Wê rêxistinê ragihand jî, çekdarên grûpa El Mecid pêr 1ê Mijdarê welatiyê bi navê Şahîn Sefer Sîdo ji gundê Kosa yê navçeya Raco revand û dest danîn ser otombîla wî û pere û zêrên li mala wî bûn dizîn.

Revandina welatiyên kurd ên Efrînê ji aliyê grûpên çekdar ve berdewam e. Li gor rêxistinên mafên mirovan, heta niha bi hezaran kes hatine revandin û çarenivîsa beşeke mezin jî ne diyar e.