Li Urmiyê kolberekî din ji aliyê pasdarên Îranê ve hat kuştin

Li devera Çaldiran a parêzgeha Urmiyê ya rojhilatê Kurdistanê kolberekî din jî ji aliyê pasdarên Îranê ve hat kuştin.

Navenda Nûçeyan (K24) - Li devera Çaldiran a parêzgeha Urmiyê ya rojhilatê Kurdistanê kolberekî din jî ji aliyê pasdarên Îranê ve hat kuştin.

Malpera mafên mirov ya Hengawê ragihandiye, duh li devera Çaldiran a Urmiyê, pasdarên Îranê komek kolber dan ber guleyan.

Li gorî agahiyan, di wê êrişê de kolberekî Kurd bi navê Kemal Elem Holû hat kuştin.

Roja pêncşemê 5ê Mijdara 2020an jî li heman deverê kolberekî Kurd bi navê Hesen Delayî Mîran ji aliyê pasdarên Îranê ve hatibû kuştin.