Tirkiye sêyemîn xala çavdêriyê ya li Idlibê vala dike

Valakirina xalên çavdêriyê, wek nîşaneya mezinbûna nakokiyên di navbera Tirkiye û Rûsyayê de tê nirxandin.
kurdistan24.net

 

Enqere (K24) – Tirkiye li Idlîbê ji xaleke din a çavdêriyê vedikişe, hêzên xwe ji deverên ku ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve ji paşve hatine standin dikişîne, û ber bi deverên ku hêj jî di bin kontrola grûpên cîhadîst de ve, diçe. Terikandina xalên çavdêriyê, wek nîşaneya mezinbûna nakokiyên di navbera Tirkiye û Rûsyayê de tê nirxandin.

Serê hefteyê hêzên Artêşa Tirkiyê li Idlîbê karûbarên terikandina xala çavdêriyê ya Morekê jî temam kirin. Xala Morekê mezintirîn xala çavdêriyê û navenda xalên çavdêriyê yên Tirkiyê bû. Xalên ku têne terikandin ji aliyê Artêşa hikûmeta Sûriyê ve ji xwe hatibûn dorpeçkirin. Terikandina xalên çavdêriyê, wek nîşaneya mezinbûna nakokiyên di navbera Tirkiye û Rûsyayê de tê nirxandin.

Hefteya borî jî Hêzên Rûsyayê dîsa xalên grûpên çekdar yên ku Tirkiye piştgiriya wan dike bombebaran kiribûn. Di çarçoveya geşedanên dawîn de egera xirabûna têkiliyên Tirkiyê bi Rûsyayê re ji aliyê şarezayên babetê ve wiha tê nirxadin.

Rûsyayê dixwast Tirkiye li vê dere grûpên jîhadîst kintrol bike û rawestîne lê belê me her tim digot ku ev yeke pêkan nîne. Di rojên dawîn de geşedanên li Idlîbê nîşan didin ku Rûsya êdî naxwaze Tirkiye li Sûriyê roleke aktif bilîze. Helbet Tirkiye jî ev yeke dibîne û di vê çarçoveyê de, hêdî hêdî dê xwe nêzî Amerîkayê bike û hewl bide di navbera Amerîka û Rûsyayê de bo berjewendiyên xwe balansekê ava bike.

Li aliyê din beşek ji şarezayên babetê jî dibêjin ji paşve kişandina hêzên Tirkiyê nayê ev wateyê ku Tirkiye ji Sûriyê derdikeve.

Jipaşvekişandina Tirkiyê, li qadê guherîneke krîtîk çênake. Di hejmara serbazên Tirkiyê yên li Idlîbê de guhertinek tune ye. Beravajî ji ber ku êdî li devereke piçûktir di heman hejmarê de serbaz hene, kintrolkirina deverê bo Tirkiyê hêsantir e, û ez çaverê nakim ku Tirkiye hêzên xwe zêdetir ji paşve bikişîne.

Li gorî çavkaniyên ji qadê, demek kurt piştî terikandina xalên çavdêriyê, ala Sûriyê li ser xalên çavdêriyê tê bilindkirin. Xalên çavdêriyê di çarçoveya peymanên di navbera Tirkiye û Rûsyayê de, bi armanca dabînkirina agirbestê li deverê hatibûn avakirin. Tirkiyê bi wan peymanan berpirsyariya kintrolkirina grûpên jîhadîst hilgirtibû û 10 -15 hezar serbazên Tirkiyê di çarçoveya wan peymanan de li Idlîbê ne.