Perestgeha Lalişê û Amêdî namzetên lîsteya mîrateya cîhanê ne

Berpirsê Rewşenbîrî yê li UNESCO yê li Iraqê eşkere dike ku UNESCO ji bo danîna 12 deverên Iraqê di nav lîsteya mîrateya cîhanî de dixebite.

Duhok (K24) – Berpirsê Rewşenbîrî yê li UNESCO yê li Iraqê eşkere dike ku UNESCO ji bo danîna 12 deverên Iraqê di nav lîsteya mîrateya cîhanî de dixebite. Navçeya Amêdî û Perestgeha Lalişê yên li Kurdistanê di nav wê lîsteyê de ne.

Berpirsê UNESCOyê diyar dike; proseyeke giştgîr heye ku divê ji bo hemû deveran were encamdan, da ku di lîsteya mîrateyên cîhanî de werin pesendkirin û vê yekê jî divê hikûmeta Iraqê pêk bîne.

12 deverên ku ji bo lîsteya mîrateyên cîhanî namzet in ev in: Navçeya Amêdî, Perestgeha Lalişê, Nemrûd, Nîbor, Bajarê Kevn ê Mûsilê, Bajarê Kevn ê Neynewa, Kelha Exzeyr a li Kerbela, Goristana Geliyê Selam, Devera Zulkifl û deverên dîrokî yên li ser Çemê Dîcleyê yên li Bexdayê.

Berpirsê UNESCOyê destnîşan dike ku UNESCO li ser asta navdewletî daxwaz dike ku hişyariya zêdetir hebe li ser mîrateyan ku bi rêyeke nerast ji Iraqê têne veguhestin. UNESCO piştgiriya wan hewldanan dike ku rêgirî li bazirganîkirina bi parçeyên dîrokî dike. Ji bo vê yekê jî hemahengî di navbera înterpol û rêxistinên cîhanî kiriye, da ku alîkariya Iraqê bikin û parçeyên dîrokî yên bi qaçaxî ji Iraqê hatine derxistin, werin vegerandin.