Çalakvanekî xwepêşandanên Bexdayê hat kuştin

Çalakvanekî din a xwepêşandanên Bexdayê bi pênc gulleyan hat kuştin.
Selah El Iraqî bi pênc gulleyan hatiye kuştin
Selah El Iraqî bi pênc gulleyan hatiye kuştin

Hewlêr (K24) – Çalakvanekî din a xwepêşandanên Bexdayê bi pênc gulleyan hat kuştin.

Li gor medyaya Iraqê, îşev li nava bajarê Bexdayê çalakvanekî medenî hat kuştin.

Medyaya Iraqê belav kiriye çalakvanê medenî yê bi navê Selah El Iraqî li taxa Bexaya Nû ji aliyê hin kesên nenaskirî ve hatiye kuştin û 5 gulle li bedena wî hatine berdan.

Hat ragihandin ku Selah el Iraqî di cihê bûyerê de miriye û hêzên Iraqî li cihê bûyerê dest bi lêkolîn û lêgerîna kujeran kirine.

Ji destpêka xwepêşandanên Cotmeha 2019an ve, heta niha bi dehan çalakvan û beşdarên xwepêşandanan li bajarên, Bexda, Nasiriye, Besra û çend deverên din ên Iraqê hatine kuştin û heta niha jî kujerên wan çalakvanan nehatine desteserkirin.