Li Herêma Kurdistanê 5 kesên din bi Koronayê jiyana xwe ji dest dan

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 140 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.

Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 140 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 5 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 140 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan18 kes li Hewlêrê, 18 kes li Silêmaniyê, 103 kes li Duhokê û 1 kes li Germiyanê ye.

Herwiha ragihand; 5 kesan ji ber vîrûsa koronayê canê xwe ji dest dane, ku ji wan 1 kes li Hewlêrê, 1 kes li Silêmaniyê, 2 kes li Duhokê û 1 kes li Germiyanê ye.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 972 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 342 kes li Hewlêrê, 173 kes li Silêmaniyê, 366 kes li Duhokê, 53 kes li Raperînê, 37 kes li Germiyanê û 1 kes li Helebceyê ye.

Amarên giştî:

Pêketin: 104195

Mirin: 3415

Başbûn: 78040

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.