Li rojavayê Kurdistanê 24 kesên din bi Koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 24 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û kesekî jiyana xwe ji dest da.
Nexweşxaneya Gel a Dêrikê
Nexweşxaneya Gel a Dêrikê

Navenda Nûçeyan (K24) - Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 24 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û kesekî jiyana xwe ji dest da.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir.

Li gor daxuyaniyê; li rojavayê Kurdistanê kesekî bi vîrûsa Koronayê jiyana xwe ji dest daye.

Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand; 24 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine, ku ji wan 4 kes li Hesekê, 7 kes li Qamişlo, 8 kes li Dêrikê, 1 kes li Girkê Legê, 1 kes li Tirbespiyê, 1 kes li Reqayê, 2 kes jî li Şehbayê ye.

Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 8227 kesan, ji wan 1158 kes baş bûne û 283 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.