Li Nasiriye di xwepêşandanan de polîsek hat kuştin

Li qada Hebûbî ya li bajarê Nasiriye yê Iraqê di xwepêşandanan de pevçûn derket û di encama bûyerê de polîsek hat kuştin û 5 kesên ji xwepêşanderan jî birîndar bûn.
Xwepêşandanên li qada Hebûbî ya Nasiriyê
Xwepêşandanên li qada Hebûbî ya Nasiriyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Li qada Hebûbî ya li bajarê Nasiriye yê Iraqê di xwepêşandanan de pevçûn derket û di encama bûyerê de polîsek hat kuştin û 5 kesên ji xwepêşanderan jî birîndar bûn.

Jêderekî ewlehiyê  ji Şefeq Newsê re ragihandiye ku gulleyek li polîsekî ketiye û jiyana xwe ji dest daye. Herwiha kesên ji xwepêşanderan jî di pevçûn û aloziyên navenda bajarê Nasiriye de birîndar bûne.

Duh hêzên ewlehiyê ji bo rêlibergirtina xwepêşandanên li qada Hebûbî ya li navenda bajarê Nasiriye yê parêzgeha Zîqarê, gulleyên rastîn bi kar anîbûn.

Jêderê ewlehiyê eşkere kiribû; tevî ku gulle li xwepêşanderan hatin berdan, xwepêşander karîbûn qadê kontrol bikin û rêyên ku ber bi qadê diçûn, bi şewitandina tekelan, girtibûn.

Ji roja îna borî ve li qada Hebûbî xwepêşandanê dest pê kiriye û polîs bombeyên gazê û rondikrij li hember xwepêşanderan bi kar anîn û piştre gulleyên rastîn berdan, da ku xwepêşander negihijîn qadê.