Hêzeke mezin li derdora Kongresa Amerîkayê hatiye komkirin

Serokê Amerîkayê Donald Trump di gotarekê de ku Koşka Spî belav kiriye, ragihand; li gor raportan xwepêşandaneke din di rê de ye û ew ji her kesî daxwaz dike ku aram bibin.
Seroka Encûmena Nûneran a Amerîkayê Nancy Pelosi ligel serbazên niştimanî diaxive
Seroka Encûmena Nûneran a Amerîkayê Nancy Pelosi ligel serbazên niştimanî diaxive

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump di gotarekê de ku Koşka Spî belav kiriye, ragihand; li gor raportan xwepêşandaneke din di rê de ye û ew ji her kesî daxwaz dike ku aram bibin.

Donald Trump diyar dike; ew ji hemû welatiyên Amerîkayê daxwaz dike ku ji bo aramkirina rewşê alîkar bibin.

Ev gotinên Trump di demekê de ye ku civîna Encûmena Nûneran a Amerîkayê ji bo wergirtina baweriyê ji Serokê Amerîkayê birêve diçe û zêdetirî 15 hezar serbaz bo Kongresê hatine şandin, da ku civîn û Kapîtolê biparêzin.

Hêzên ewlehiyê li hol û mêvanxaneyên Kongresê belav bûne û li gor çavkaniyên nûçeyan ên Amerîkayê, Pentagon û FBI hişyariya xwepêşandan û êrîşa ser Kongresa Amerîkayê ji hêla alîgirên Trump ve, didin.

Hat ragihandin ku Seroka Encûmena Nûneran a Amerîkayê Nancy Pelosi ligel serbazên niştimanî axiviye û rêkarên tund ên ewlehiyê pêk anîne û biryar e ew rêkar heta 24ê vê mehê û 4 roj piştî merasîma destbikarkirina Joe Biden weke Serokê Amerîkayê, berdewam bibin.

Herwiha 20 hezar serbaz ji bo parastina ewşehiya merasîma sodxwarinê ya Biden, hatine erkdarkirin.