Bijîşkê Koşka Spî: Koronaya nû ya Başûrê Efrîqayê cihê nîgeraniyê ye

Anthony Fauci, bijîşkê şêwirmend ê Serokê Amerîkayê Joe Biden, ragihand: “Nifşê nû yê Koronayê ku li Başûrê Efrîqayê hatiye dîtin, ji yê li Brîtanyayê zêdetir cihê nîgeraniyê ye.”
Anthony Fauci, bijîşkê şêwirmend ê Serokê Amerîkayê Joe Biden
Anthony Fauci, bijîşkê şêwirmend ê Serokê Amerîkayê Joe Biden

Navenda Nûçeyan (K24) - Anthony Fauci, bijîşkê şêwirmend ê Serokê Amerîkayê Joe Biden, ragihand: “Nifşê nû yê Koronayê ku li Başûrê Efrîqayê hatiye dîtin, ji yê li Brîtanyayê zêdetir cihê nîgeraniyê ye.”

Ajansa Reutersê ji Anthony Fauci ragihandiye ku nifşê nû yê Koronayê li 20 eyaletên Amerîkayê hatiye dîtin.

Herwiha destnîşan kiriye ku zincîreyên nû yên Koronayê her dem derdikevin û divê bi baldarî ligel wê serederî were kirin.

Anthony Fauci eşkere kiriye ku vîrusa Koronayê bi awayekî berdewam xwe diguherîne û piraniya guherînan jî, dibe sedema wê yekê ku derzî bandorê li ser neke.

Fauci diyar kiriye; heta niha derzî li ser zincîreyên nû yên Koronayê bandor dikin, lê divê derziyên li dijî vîrusa ku guheriye jî werin çêkirin.